Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgerêkên hemû gelên Rojhilata Navîn bi rêbaza aştiya civakî de bên çareserkirin di Newroza Amedê de bi şahidiya milyonan kesî pêvajoya rizgariya demokratîk da destpêkirin. Pêvajoya rizgariya demokratîk li ser 3 qonaxan hat amedekirin. KCK û gelê kurd berpirsyariya xwe ya qonaxa yekemîn bi cih anîn. Niha jî dora hikûmeta AKP’ê û dewleta tirk e ku li gorî qonaxa duyemîn tevbigere. Ji ber ku AKP ji vê berpirsyariya xwe direve hemû alî rexneyên tund li AKP’ê dikin. Ji van saziyên ku bertek nîşanî AKP’ê da yek jê rêxistina Ofog ku li Swêdê weke aktîvîsta aştiyê û organîzetorê çalakiyên sivîl ên li dijî biçêkbûyînê tê naskirin e.

Berpirsyarê rêxistina Ofog Pelle Sunvinnson da xuyakirin ku ew par ligel rêveberê Ofogê Andrea Petersson çûye bakurê Kurdistanê û ev tişt anî ziman: Bi taybetî ez heyranî rêxistinbûyîn û têkoşîna kurdan mam. Her wiha em matmayî man ku me dîtin stratejiya me ya dijberiya şer li Kurdistanê di meriyetê de ye. Li gorî esasê stratejiya me, divê bi hêzên dagirker re hevkarî neyê kirin, saziyên alternatîf bên avakirin. Kurdan jî bi avakirina Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku mîna parlamentoyê ye, ev stratejiya me bi ser xistine."
Sunvinson, da xuyakirin ku rêxistinbûyînên di nav de mirovên ji çîn, baweriyrê cuda û hevzayend cih digirin gelekî kêm tên dîtin û wiha axivî: "Em rastî rojnamevanên gelekî wêrek hatin. Tevî ku nizanin dema serê sibê diçin kar û êvarê vedigerin çi bê serê wan, bi biryardarî wezîfeyên xwe bi cih tînin. Ji bo jîndarkirina zimanê kurdan, wezîfeyên girîng girtine ser milê xwe."
Sunvinsson diyar kir ku dema ew li Kurdistanê bûn hînê pêvajoya aştiyê dest pê nekiribû, lê astmosfereke bi vî rengî dihat hîskirin. Sunvinnson, destnîşan kir ku nêzîkatiya dewleta tirk a li hemberî pêvajoyê hêviyên wan têk biriye. Sunvisson, anî ziman ku tevî Erdogan û hikûmeta AKP'ê dibêjin ew aştiyê dixwazin jî di pratîkê de gav neavêtine û wiha pê de çû: “Ji aliyekî ve dibêje ez aştiyê dixwazim, lê li aliyê din Kurdistanê dikin qadeke leşkerî. Ev nakokiyek e. Ev helwest pêvajoya aştiyê dixe nava zehmetiyan.”
Sunvinsson, got ku Ocalan li Kurdistanê şer rawestandiye û wiha domand: "Kurd êdî rizgariyê jî naxwazin. Xweseriyê dixwazin, dixwazin xwe bi xwe rê ve bibin. Ev gelekî bi aqil û normal e. Divê der barê zimanê perwerdehiyê û rêveberiyê de ew bi xwe biryarê bidin. Ya herî girîng ew e ku divê Ocalan azad bibe.”

ANF/STOCKHOLM