Malbatan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li rexmê 28 sal di der vê trajediyê re derbas bûne jî, lê hîna gelek daxwaz û pêwîstiyên wan nehatine pêkanîn.
Navê 423 kesan hatin şandin
Di dewama daxuyaniya xizm û malbatên qurbaniyên Enfalê de wiha hat gotin; "Ji sala 2007'an heyta niha navê 423 kesên ji ber trajediya Enfalê tên tewanbarkirin, ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine şandin, lê heya niha ti ji wan nehatine girtin."
Di dewama daxuyaniyê hate bibîrxistin ku xizm û malbatên qurbaniyên Enfalê xwestibûn lîsteya navê sûcdaran ji bo polîsên Înterpolê bê dayîn û wiha hate gotin: “Divê ev kes ji aliyê sazî û pêkhateyên hikûmetê ve weke sucdar bên danasîn.”
Di dawiya daxuyaniyê de malbatên qurbaniyên Enfalê bang li partiyên siyasî jî kir ku ji bo cezakirina tewanbarên Enfalê erka dikeve ser milê xwe pêk bînin.
ROJNEWS/HEWLÊR