Ji çalakvanên Yazidi American Women Organization (Rêxistina Jinan a Êzîdî Emerîkî) Adlay Kejjan, li ser êrişa bodyguardên Erdogan li dijî Kurdan daxuyaniyek da û xwest êrişkar bên cezakirin. Kejjan got, "Lucy Usoyan Kurdeke Êzîdî ya ji Ermenistanê ye. Piştî hewldana qirkirina Êzîdiyan bi destê DAIŞ´ê û rêdana PDK´ê têkilî bi me re têkilî danîbû, di êrişa bodyguardên Erdogan a li Washingtonê de birîndar bû."

Ew ji bo ku pêşî li qirkirineke din a muhtemel bête girtin û Jinên Êzîdî yên mayî ji destê çeteyên DAIŞ´ê bên xilaskirin, li pêşiya sefareta Tirkiyeyê çalakî li dar dixist. Ev çalakiya bi destûr rastî êrişa bodyguardên Erdogan hatibû û Lucy Usoyan jî di êrişê de birîndar bûbû. 


WASHINGTON