Senator Bob Menendez ê endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Şiyûx a Emerîkayê, di hola meclisê de axivî û bang kir ku divê careke din têkiliyên di navbera DYA û Tirkiyê de bên guftûgokirin.
Menendez ji bo vê îşaret bi kirinên Erdogan ên antîdemokratîk kir û got: “Divê bihêztirîn hevkarên me, hevkarên NATO’yê bin, ewên ku soza pêkanîna parastina hevbeş dane. Ewên bi me re beşdarî nirxên me dibin. Mixabin, Tirkiyê di bin desthilatiya Erdogan de ye, ku nûnertiya ti nirxên koalisyonê nake. Senator tedbîrên diyar danîn û ragihand ku ew ê di demeke nêz de bendekê li gorî qanûna alîkariya derve (FAA) pêk bînin, da ku Rêveberiya Trump neçar bikin ku raporekê der barê binpêkirinên Tirkiyê ji mafên mirovan li Sûriyê, pêşkêşî kongresê bike. Menendez di vê çarçoveyê de xwest ku ji ber kiryarên Tirkiyê li Sûriyê, ceza li ser bêne ferzkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN