Çalakiya xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyan û li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Franseyê Strasbourgê roja şemiyê bi meş û mîtîngeke girseyî, bi dawî bû. Komîteya Rêveber a Çalakiyê da xuyakirin ku dê li paytexta Belçîka Brukselê li çalakiyên xwe dewam bikin.

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li navenda Strasbourgê li pêş Konseya Ewrûpayê kom bûn, bi meş û mîtîngeke berfireh komkujiyên li Kurdistanê rûreş kirin. 


Çalakî weke nobetê wê dewam bike

Komîteya Rêveber a Çalakiyê da xuyakirin ku Çalakiya Rûniştinê ya li Strasbourgê ji 15’ê Adarê û şûn ve dê li ber avahiya Parlamentoya Ewrûpayê (PE) ya li Brukselê bidome.

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ku di nav de Tirk, Alman, Fransî û wekî din jî hebûn li Strasbourgê bi meş û mîtîngeke berfireh komkujî û barbariya dewleta Tirk a li Kurdistanê rûreş kir. Beşdaran bang li welatên Ewrûpî kir da ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Siyasetmedarên Ewrûpî jî nêzîkatiyên YE´yê bi zimanekî tund rexne kirin, li şûna Erdogan banga piştgiriya PKK, PYD, YPG û YPJ’ê kirin.

Di meşê de lanet li dewleta Tirk û Erdogan hatin barandin, peyama “Eger bêdengiya we dewam bike, em ê bi ruhê Sûr û Cizîrê her derê bikin meydanên berxwedanê” dan KE, DMME û CPT’ê.


DMME û CPT hat protestokirin

Di pêşengiya KCD-E û TJK-E de ji 22’yê Sibatê ve polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk li ser Kurdistanê pêk tînin û bêdengiya Konseya Ewropa (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û CPT dihat protestokirin. 


‘Her der berxwedan e’

Meşa ji ber navendên KE, DMME û CPT’ê yên li Strasburgê destpê kir, li Meydana Klêber dewam kir ku ji kolanên herî qelebalix ên navenda bajêr e. Di meşê de ku bi tevlîbûna Kurdistaniyên ji Swîsre, Elmanya, Fransa, Belçîka û ji gelek navendên Ewrûpa pêk hat, rêveberên ABDEM û Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Ewrûpa jî cih girtin.

Bi hezaran kesî dirûşmeyên “Kurdistan Wê ji Faşîzmê Re Bibe Goristan, Bimre Dewleta Tirk a Faşîst, Kujer Erdogan, Hevpar YE”, “Her Der Sûr, Her Der Cizîr, Her Der Berxwedan”, “Bijî Berxwedana Cizîrê û Sûrê” gotin.

Di mîtîngê de hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan axivî, polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bi zimanekî tund rexne kir, banga wezîfeyê li DMME û CPT’ê kir. 


Divê Erdogan were dadgehkirin

Sekreterê bajarê Bas-Rhîn ê Partiya Komunîst a Fransî (PCF) Beatrîxe Lejarre got, “Bêdengiya Ewrüpa li Kurdistanê dikuje”, bi bîr xist ku Erdogan di bin navê terorîzmê de li hemberî gelê Kurd şerekî mezin dimeşîne, Ewrûpa rexne kir, ji ber ku li şûna piştgiriyê bide Kurdên li dijî DAIŞ’ê piştgiriya Erdogan dike.

Di çalakiya li Strasburgê de hind beşdarên ku ji deverên cihê yên Ewropayê hatibûn, ji rojnameya me re wiha axivîn:


Heike Haensel: Die Linke (Parlemantera Federal a Elman)

Divê Erdogan li dadgehên ceza yên navneteweyî bê dadgehkirin. Divê demildest saziyên hiqûqî û siyasî yên navneteweyî têkevin nav liv û tevgerê. Di serî de Elmanya û welatên YE´yê têkîliyên xwe bi Erdogan re qut bikin. Kî alîkariyê bide Erdogan, wê berpirsiyariya tevahiya qetlîam û sûcên şer bigire ser milên xwe. Eger hin behsa mafên mirovan dikin, divê li şûna piştgiriya bi Erdogan û çeteyên wî re, piştevaniya PKK, PYD û YPG-YPJ’ê bikin.


Eyşê Fanî (Manheim): 

Banga min li tevahiya Kurdan e, ku li dijî Erdoganê faşîst hevdu bigirin, li hev xwedî derkevin, berxwedanên Cizîrê, Amed û deverên din ji bîr nekin, li şervan û serokê xwe xwedî derkevin. Ez ji Cizîrê me, kurê tiyê min Ahmet Zirix di xendekan de şehîd ket, 32 salî û bavê çar zarokan bû. Gelek kesên me jî herwisa şehîd ketin. Her çi dibe bila bibe, emê li ber xwe bidin. Emê Cizîr ji dijminan paqij bikin û Cizîr wê dîsa bibe Cizîra Mem û Zînê


Bahar Narman (Freiburg):

Ez 5 rojan di nobeta çadirê de jî mam. Ez dixwazim Kurd hemû yek bin, bila li pey Erdogan neçin, xwe bi peran nefiroşin. Eger em Kurd destê hevdu bigirin ti hewcedariya me bi Tirkan nîne; Tirk dijmin in, barbar in. … Ev dewletên Ewropî jî divê bêwijdaniyê nekin û êdî me bibînin û bibihîzin.   


Fexriye Alper (Giessen):

Beriya her tiştî divê tecrîtkirina serok bi dawî bibe. Ez dibêjim hey kafir Erdogan hişê xwe bîne serê xwe. Van kuştin û qirkirinên li Kurdistanê bisekinîne, li Rojava, li Bakur, li her derê me dikujin. Kurdên li pey Erdogan bila bizanin ku namûsa xwe difroşin bi peran. Ma çi ferq di navbera wan jinên hatîn tazîkirin û jinên wan de heye? Ev namûsa miletekî ye. Li aliyê din em dizanin ku menfaetên Ewropiyan bi Tirkan re heye, lê divê ji bîr nekin ku ew jî dibin hevparên zilma dewleta Tirk û Erdogan.


Fatim Yalî (Frieburg):

Ez ji Nisêbînê me. Ez dixwazim em Kurd li her aliyê dinyayê bi ser kevin û înşalla Erdogan wê têk biçe. Em heta dawiyê bi gel, gerîla û bi doza xwe re ne. Bijî Kurd û Kurdistan û bijî Serok Apo…


Silvy Turn-Elmali (Strasbourg): 

Mêrê min Kurd e, ez Fransî me, lê xwe wek Kurdekê hîs dikim. Ez van çalakiyan pir girîng dibînim; divê em rewşa Kurdistanê û wan komkujiyan bidin nîşanê dinyayê. Lewre rewş heta dawiyê dijwar û xeter e. Bi hezaran Kurd tên kuştin, ji ber çi? Ji ber ku ew Kurd in û mafên xwe dixwazin. Dewletên Ewropî ji ber egerên aborî û têkiliyên berjewendîperest tiştekî nakin. Ev sûc e, sûcê mirovahiyê ye; ew baş dibînin ku AKP û Erdogan çi tînin serê Kurdan û wisa jî welatiyan û rojnamevanan davêjine zindanan. Divê em li gel hemû durûtî û astengiyan jî têkoşîna xwe dewam bikin, em bidin nîşan ku Erdogan hevalbendê DAÎŞ´ê û terorîstan e. 


YEKO ARDIL/STRASBOURG