Tuncel bersiva gefên Erdogan a "herin wan zarokan bînin heke hûn wan zarokan neynin em dê planên xwe yên B û C bêxin dewreyê" da û wiha got: "Birêz Serokwezîr te soz dabû dê aştî çêbibe. Gelê kurd li bendêne ku zarokên wan bên tevlî siyaseta demokratîk bibin. Em dibêjin bila mirov dernekevin çiyayan û bên siyasetê bikin. Lê tu çi gavan navêjî."

Hevseroka HDP’ê Sabahat Tuncel, di civîna koma xwe ya heftane de li ser pêvajoya sîyasî û rojane rawestiya û diyar kir ku; "AKP dibêje ku em li dijî vesayeta leşkeranin ,lê belê vesayita polîsan avakiriye û xwestina mafek ,yan jî daxwazek demokratîk bi vesayeta polîsan bitûndî dibersivîne. Hevseoka HDP’ê Sabahat Tuncel, di civîna koma xwe ya heftane de li ser pêvajoya sîyasî û rojane rawestiya. Tûncel li ser pêvajoya diyalogê jî nirxandin kir û got;Pêvajoya diyalogê bi polîtîqayên qapînok nameşe û diyar kir ku;”Piştî hilbijartinan Erdogan ji şaneşînê diyar kir ku;”Pêvajoya çareseriyê qezenc kir”lê çi kir?gavên Şên ber nehatin avêtin.Demildest Pêvajoya diyalogê bi muzakereya demokratîk lazime di zagonan de bên mîsogerkirin.  Tuncel, balkişand ser axaftina Erdogan jî û got "Ez axaftinên Erdogan bi matmayî gohdarî dikim. Her tişt avêt ser CHP’ê û xwe pîr û pak kir. Vîna darbekar bi vîna AKP’a darbekar berdewam dike. Eger bi xwestina bi darbekaran û darbeyê re rûhevî hev bibin dê Zagona darbekar a 12 ÎloNê dê ji holê rakirina.Pirsgirêka AKP’ê ne demokrasiye.Ji ber vî sedemê ji maseya Makezagonê ew bi xwe rabû."
Tûncel bal kişand ser hilbijartinên herêmî yên dê di 1'ê hezîranê de li Agirî û Norşînê ji nû ve werin kirin û got, "Em bawerin ku BDP wê van hilbijartinan qezenç bike. Ji gelê me yê di hilbijartinên herêmî de dengê xwe bikar tîne re serketinê dixwazim." Tûncel komkujiya karkeran a Soma'yê jî nirxand û got, "Li gorî îddîaya dozger 307 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Ev komkujiyeke. Tûncel bibîr xist ku hewl tê dayîn komkujiya Roboskî ya 882 roj di ser re derbas bûye were jibîrkirin û rexne kir ku hîn der heqê berpirsyaran de biryara girtinê nehatiye derxistin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sehabat Tûncel pêvajoya çareseriya demokratîk a bi deklarasyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza 2013'an de destpê kir nirxand û anî ziman ku tevgera Kurd ji bo pêşîvekirina li siyaseta demokratîk xwedî nêzîkatiyeke zelal e. 

DÎHA/ENQERE