
Pirtûka ‘Di Goristanên Tarî de Stêrkên Azadiyê’ ya Xecê Şenê ji çapê re amadekirî, ji hevpeyvînan pêk tê ku wê bi jinên girtî yên bi salan di girtîgehê de çêkirine. Weşanxaneya J&J´yê pirtûk çap kiriye. Şen di vê pirtûka xwe de nihêrîn, jiyan û ramanên 4 jinên bi salan di girtîgehê de ragirtî ne, radigihîne. Di hevpeyvînan de ku bi jinan re hatine kirin, jin zêdetir behsa zext, zordarî û zordestiya dewleta Tirk a salên 1990’î dikin. Di pirtûkê de jiyana jinên bi salan di hucreyên yekkesî de mane û bi pirsgirêkên çawa re rû bi rû mane, radixe ber çavan. Şen di heman demê de di pirtûkê de bi taybetî li ser pirsa ‘Çima?’ radiweste û bi bîr dixe, ka çima ev zilm li Kurdan tê kirin, çima her tim jin hedef hatine girtin.
Xecê Şen ji ber xebatên xwe gelek caran hatiye girtin û piştre jî hatiye berdan, ew wiha behsa xwe dike: “Ez beriya bikevim girtîgehê aktîvîsta tevgera zimên bûm û di heman demê de, nasnameya min a rojnamegeriyê jî heye. Ez gelek caran hatim girtin. Cara ewil ez sala 2004’an dema li rojnameya Azadiya Welat dixebitîm, hatim girtin. Hingê ajansên me yên wekî JINHA û DÎHA tinebûn. Ez hem nûner bûm, hem belavkar bûm û hem jî nûçegihan bûm. Me bi hevalan re hemû karên rojnameyê bi hev re dimeşandin. Di aliyê xebatê de me tu cudakerî nedikir. Piştre ez dîsa sala 2012’an hatim girtin û di heman demê de ji KCK’ê jî hatim dadgehkirin.”
Mirov bi çi zimanî binivîse ew dimîne
Şen anî ziman ku mirov ji kîjan gelî be divê bi zimanê vî gelî binivîsîne û wiha pê de çû: “Ez ketim rê û min pirtûka xwe bi zimanê xwe yê dayikê nivîsî. Ji ber ku divê di serî de mirov xizmeta zimanê xwe, wêjeya xwe û çanda xwe bike. Ziman tenê ne têgeheke ragihandinê ye. Ziman di heman demê de jiyan bi xwe ye. Tu bi çi zimanî binivîsî ew dimîne. Ji ber ku dema tu bi zimanê xwe binivîsî ew xizmeta çand û wêjeya te dike û ji bo zimanê te dibe arşîvek. Heke em pirtûkên xwe yan jî nivîsên xwe bi Tirkî yan jî bi zimanekî din binivîsin, em ê xizmeta wan zimanan bikin. Ez li metropolan mezin bûme û ev 17 sal e ku ez hatime Kurdistanê. Ji roja ku min li çapemeniya azad dest bi xebatê kir û piştî ku min perwerdeya zimên dît û heta niha, min qet zimanê Tirkî bi kar neanî. Ez di wê baweriyê de me ku neteweperwerî tiştekî xweş e, ne şaş e. Ji ber ku em bi pirr zimanan jiyane. Li Kurdistanê jî gelên cuda dijîn. Asûrî, Suryanî, Ereb, Keldanî, Çerkez û hwd.
Sedem psîkolojiya bindestiyê ye
Şenê îşaret bi kêm xwendina Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê kir û got: “Ev derûniya bindestiyê ye. Ez vê helwêsta Kurdên Bakur ji tecrûbeyên xwe dizanim. Bi salan ez li çapemeniya Kurd û li ser zimên xebitîme. Ez ji van tecrûbeyên xwe dizanim ku em di nav psîkolojiya bindestiyê de ne. Yanî, me jî hê bi xwe nedaye qebûlkirin ku zimanê me têra her karî dike. Ji çapemeniyê, ji romanan û belgefîlman heta bi pirtûkên dîrokî û bîrkarî (matematîk), li erdnîgariya Kurdistanê bi vî zimanî hatine nivîsandin. Lê ji ber vê psîkolojiya bindestiyê ku li ser me serdest e, em zimanê xwe yê dewlemend têrê nabînin û ber bi zimanê Tirkî ve diçin. Ev jî kêmasiya me hemûyan e. Lê ji bo ku em jî wekî hemû neteweyan bi rengê xwe, dengê xwe û bi çanda xwe bijîn, divê mirov bi zimanê xwe binivîse û bixwîne.
2 pirtûkên Şen hene
Şen eşkere kir ku heta niha du pirtûkên wê hatine çapkirin û wiha qala wan kir: “Pirtûka min a yekemîn helbest e û navê wê jî ‘Lîlan Be Dil’ e û di 2017’an de hatiye weşandin. Pirtûka min a duyemîn jî hevpeyvîn e, nû derket û navê wê jî ‘Di Goristana Tarî De Stêrkên Azadiyê’ ye. Ev îsal hat çapkirin.
Çima goristan?
Wateya vî navî ji bo min gelekî girîng bû, ji ber ku kesên di girtîgehê de dikin hewar lê dengê wan nayê bihîstin. Li hemberî qîrîna wan guhê her kesî kerr e. Lê ew dixwazin dengê xwe bigihînin gelê xwe. Lê dîsa jî tu dibînî ku rojeke din ji temenê te çûye.”
Dixwaze bibe qîrîna girtiyan
Li ser naveroka pirtûka xwe Şenê diyar kir ku ew li ser nifşên salên 90’î ye û wiha pê de çû: “Ev hevalên hanê nifşên salên 1990’î ne, ji ber wê taybetmendiyeke wan heye. A duyemîn jî ji Kurdistanê heta Tirkiyeyê, ev hevalên ku ji 20 salan zêdetir hemû temenê xwe di girtîgehê de derbas kirine, jiyana wan û qîrîna wan di nav çar dîwaran de maye, wan nikaribû dengê xwe bigihînin civakê. Ji ber wê min bi vê pirftûkê xwest ez bibim dengê wan û hem qîrîn û hem jî berxwedana wan ji civakê re ragihînim. Hevalên ku nehatine girtin ên li derve digerin bi daxuyanî û xebatên cuda dengê xwe digihînin gel. Lê kesên girtî, ew derfetên wan nînin.”
ŞÛJIN/AMED