
ENWER QEREÇOX/ROJNEWS/SILÊMANÎ
Civaknas û Rexnegirê Edebî Ebdulxaliq Yaqûb rexne li Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêmê girtin, û got, di beşa perwerdeyê de ti rolek ji bo xwendina pirtûkan nehatiye diyarkirin. Yaqûb û xwest: “Divê bi rêyekê pirtûk xwendin bibe çandek.”
HeTa niha pirsgirêkekE mezin a pirtûk xwendinê li Herêma Kurdistanê heye û pirtûk xwedin di nav xwendekar û civaka Başûrê Kurdistanê nebûye çandeke giştî.
Têkildarî mijarê civaknas û rexnegirê edebî, Ebdulxaliq Yaqub got, “Li gorî Wezareta Perwerdê, pirtûk tenê ji hinek pelên ku divê xwendekar ji bo wergirtina puanan bixwînin, pêk tê. Ti roleke xwendina pirtûkan di beşa perwerdê de nîne.”
Yaqub elaqedarî rê û rêbazên dikarin xwendina pirtûkan bikin çandek jî ev pêşniyaz kirin: “Divê xwendin, teknîk û girîngiyên wê bibe yek ji madeyên xwendinê. Divê her ji dibistanên seretayî ve pirtûkan bidin xwedin. Li gel wê jî pêwîst e ku mamosta di hêla pirtûk xwendinê de puanan bidin çalakbûna xwendekaran. Divê ji bo bihêzkirina asta zanistî, salane pêşbirka xwendina pirtûkan were lidarxistin. Divê ev pêşbirk li ser asta bajar û hemû Herêma Kurdistanê were lidarxistin û serketiyên wan werin xelatkirin. Pêwîst e, ew kes di nav xwendekaran de wek kesên mînak werin nasandin.”
Ebdulxaliq Yaqûb axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e ku mamosta salane dewreyên pirtûk xwendinê vekin û çanda pirtûk xwendinê bête bipêşxistin.”
NAVENDA NÛÇEYAN