Komeleya Berî Her Tîştî Zarok li Amedê ji bo parastina ziman û çandê xebatên cuda dike. Seroka komeleyê Cevahîr Sadak Duzgun, diyar kir ku zarok di jiyaneke qedexe de ne û got, "Pêwîst e her kes bi zimanê zikmakî biaxive û zarok nasnameya xwe ya aîdê xwe hilbijere. Ji bo vê jî rêxistinbûyîneke xûrt pêwîst e.”
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok li Amedê sala 2017'an hat avakirin. Komele dixwaze bi xebatên xwe di nava civakê de bi roleke girîng rabe, pêşiya van kêmasiyan bigire û hewl bide ku zarok bi çand û nasnameya xwe re lihevhatî be. Seroka Komeleyê Cevahîr Sadak Duzgun e.
‘Zarok nasnameyên biyanî werdigirin’
Cevahîr, di destpêka axaftina xwe de qala zarok û çandê kir û got, “Tişta ku di serî de zarok fêr dibin zimanê dayikê û çanda wê ye. Ev heta demekê li gel me lê ye. Piştî ku zarok dest bi dibistanê dikin, çûnûhatina ji derve dest pê dike, êdî li dervê bi tiştek cuda re rûbirû dimînin. Ji ber zimanê wan şîdetê li wan dikin. Ev jî dibe sedema trawmayên mezin ên ku heta hetayê bimînin. Zarok hêdî hêdî ji xwezaya xwe, rastiya xwe dûr dikevin. Ev bişaftineke mezin û xeternak e.”
‘Divê malbat bibin pêşeng’
Wê got weke Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, armanca wan a yekem ew e li dijî van trawmayan bibin asteng: “Me xwest xebatekê ji bo bipêşxistina ziman û çandê bidin destpêkirin. Ji bo bingehekî xurt bidin avakirin û zarokan jî teşwîqî ziman û çandê bikin, me çalakiyên cûr bi cûr da destpêkirin. Encam baş bû. Divê em rastiya xwe di malbatê de bidin fêrkirin û fêr bibin. Divê ferd û malbatên biçûk bibin pêşengên vê.”
Cevahîrê wekî din got, girîng e zarok bi mafên xwe zanibin û xwedî li wan derkevin.
Cevahîrê di dawiyê de jî got, di 23’ê Mijdarê de bi pişgiriya 45 nûnerên rêxistinên civakî, partiyên siyasî û nûnerên cûda re li Amedê komxebata avakirina Tora Ziman û Çand hatiye lidarxistin û wiha peyivî: "Em dizanin ku êrişeke mezin û bi girseyî li ser zimanê kurdî pêk tê. Divê komele hemû beşdarî xebatên mezinkirin û bipêşve birina zimên bibin. Armanca me ew e ku em bi awayekî berfirehtir tora xwe pêk bînin. Ji bo zarokên me bi kesayeta xwe ya resen bijîn, divê em dest bi xebatan bikin û hema li ser pisporiya zimên neşêwirin.”
JINNEWS/AMED