Dîwana dengbêjan du hefteyan ser hev pêkhat û komên zarokan ên 6-17 û 2.5-5.5 salî beşdar bûn, ligel malbatên wan li dora 400 kes beşdarî van dîwanan bûn. Di dawiya dîwanê de Dosyeyên Pêşxistina Muzîkê ya Nîvsaleya Yekem hatin dayîn. Piştî bêhnvedana du hefteyan zarok dê perweedeya xwe bidomînin.

 Midûrê Konservatuarê Şêrko Kanîwar derbarê Dîwana Dengbêjan a Zarokan de ku mehê carekê dê bê lidarxistin diyar kir ku di vê dîwanê de zarok dikarin bi koma xwe re û bi serê xwe jî beşdarî dîwanê bibin û strana xwe bistrên, her weha her dîwanê dengbêjek jî beşdar dibe û got; “Bi vî awayî stran nifş bo nifşê têne veguhastin.” 


 AMED