Niha Weşanên Peywendê pirtûkên Tîrêj ên bi navê "Xelat", "Zozan" û "Cûdî" di pirtûka “Dîwan” de bi hev re çap kirin û pêşkêşî hezkiriyên wî kirin.
Helbestên Seydayê Tîrêj rengvedana jiyana Kurdan a sedsala 20’an e. Her wiha ne tenê kurd, dîroka kurdan a nêz, wekî şerê azadiyê li başûrê Kurdistanê, gelek bûyerên li Rojhilata Navîn û dinyayê jî ji bo helbestên wî bûne mijar. Helbesta Tîrêj şahidê dîroka gelê kurd a sedsala borî ye. Ji şerê serxwebûna Cezayîrê bigire heta berxwedana gelê Wîetnamê, ji têkoşîna Filistînê bigire heta şoreşên ku bi pêşengiya Che Guevera li Amerîkaya Latîn rû didan, tê de dixuyin.
Bi kurtayî, helbestên Seyda digel aliyên xwe yên edebî, di heman demê de eyneya jiyan û dîroka kurdan a sedsala borî ye. Seydayê Tîrêj, bi dîwanên xwe, dê xwendevanan derxe rêvitiya dîrok û edebiyatê ya li seranserê sedsalekê.
Peywendê ragihandiye ku ew dê piştî “Dîwan”a Tîrêj, berhemên wî yên din “MewLîda Pêxember” û “Serpêhatiyên Kurdan I-II” jî çap bikin
Vaye parçeyeke ji helbesta wî:
Wêneya min ez ê bar kim ji dinyê
Li wara tê bimînî reng û nîşan
Xwezî min zanîba jaro di pey min
Gelo wê te çi hal be ey perîşan
Bi dilsozî milet wê li te binêre
Weyaxod tê bimînî bê cih û şan
Ji bo têkilî û xwestinê: peywend-@hotmail.com
STENBOL