Têkildarî kolanên ku di navbera Dibistana Seretayî ya Yildirim û Navenda Çandê ya Mîtannî de tên kirin, Serokê Rêxistina Nisêbînê ya BDP'ê Abdulbarî Eren, daxuyanî da û got ku hîn ne xwedî agahiyeke wiha ne, lê pêkanîn bi rengî yên di demên berê de bi têkoşîna gelan hatine xerakirin, bi têkoşîna gelê Kurd re jî êdî sînor bê wate bûne. Eren li hemberî çêkirina dîwar hişyariya ku wê çalakiyên şermezarkirinê bikin da û wiha berdewam kir, "Hikûmeta AKP'ê behsa pêvajoya çareseriyê dike. Di navbera dewletan de sînor radibin, lê belê AKP îro hewl dide di navbera Kurdan de dîwaran lêbike. Em ê qet wî dîwarî qebûl nekin."
Şarêdarî nehatiye agahdar kirin
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan destnîşan kir ji bo hin hevdîtinên li Rojava bi jinên DOKH'ê re ketibûn rê, lê belê piştî lêkirina dîwar bihîstiye vegeriyaye Nisêbînê û got ku tevî berpirsiyara navçeyê ye jî rayedaran tu agahî nedanê û wiha axivî: "Tirkiye li şûna mayînên li ser sînor rake dîwar lêdike. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin." Gokkan anî ziman ku di nav sînorên eskerî de ji bo lêkirina dîwar erd hatiye kolandin û çi li qada eskerî çi li qada sivîl qet lêkirina dîwarekî qebûl nakin. Gokkan bi gotina, dîwarê bê lêkirin ne bi armanca ewlehiyê ye wiha got, "Heke ji bo ewlehiya sivîlan ev dîwar tê çêkirin wê demê bila nuqteyên eskerî bibin devereke din. Wê demê dê ewlehiya sivîlan ne dibin talûkeyê de be."
Gokkan ragihand ku ji bo dîwar neyê lêkirin wê têkoşînê bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ancax li ser cenazeyê me derbas bibin wê karibin vî dîwarî lê bikin." Gokkan destnîşan kir ku li derdora duyemîn deriyê sînor ê bazirganiyê yê li Nisêbînê dîwarên bilind hatine lêkirin û gel nerazîbûna nîşan daye. Gokkan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Derî bi armanca bazirganiyê ye. Wê demê hûn çima bi bilindiya metreyek û nîv de dîwaran lê dikin? Mirov dibêje gelo li pişt lêkirina dîwarên bilind hin lîstik hene." Gokkan, bang li her kesê ku ji xwe re dibêje, ez demokrat û mirov im da ku li hemberî dîwarên "Rûreşiyê" yên li ser sînor bên çêkirin nerazîbûn û bertek nîşan bidin.
Botan: Wê Kurd vî dîwarî hilweşînin'
Hunermendê Navenda Çandê ya Mîtannî Demhat Botan jî diyar kir ku bi Peymana Lozanê re Kurd kirin çar parçe, lê têkoşîna gelê Kurd sînor bêwate û bêfonksiyon kirine. Botan her wiha anî ziman ku felsefeya Kurdên li Rojava û yên li Tirkiyeyê yek e û der barê lêkirina dîwar de nirxandina "Nîşaneya rewşa Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn" kir.
MEHMET ŞAH ORUÇ/DÎHA/MÊRDÎN