Dewleta Tirk biryar girtiye ku di navbere Nûsêbîn û Qamişloyê de dîwareke şermê lêke, divê em rê nedin vê diwarê şermê.

Ev serenav ji dîwarê di navbera Berlîna Rojava û Rojhilat de hatibû lêkirin tê. Ev dîwar bi salan wek birînekê li ser dil û giyana berliniyan rûniştibû; lema, her çendî hilşandina wê azadî û hêviyên hemwelatiyê Almanya Rojhilat li bendê bûn, nedabû jî, tev de bi ruxandina wî „Dîwarê Şermê“ dilşad bûbûn.
Dîwarê li Berlîn, yê di navbera Koreya bakur û başûr de ne dîwarên têkbirina gelekî bû, Gelê Koreyî û Alman di navbera du sîstamen de parçe bûbûn. Wan gelan bê bîrdozên cûda tu tiştekî ji kesayetiyên xwe yên netewî wenda nekirin. Lê dîwarên ku li ser xaka Kurdistanê û di mejiyê gelê Kurd de hatine avakirin, dîwarên ji şermê wîdatir, dîwarên jenosîda spî, yê ji holê rakirina gelekî ye.
Li ser xaka welatê me berê bi peymana Kasr î Şîrin dîwarê parçekirina bi destê Osmanî û Sasaniyan di navbera Rojhilat û beşên Kurdistan ên din de hatibû avakirin. Li pey jî li Lozanê îngîlîz, firansiz û kemalîstên paşmayiyên osmaniyan xaka me kirin çar parçe, têlên bi strî û mayînên bi hezaran can ji me standin wek „Dîware Şermê çandin.
Lê dîwarê herî bêkêr jî di mejiyan de hate avakirin. Birînên vê dîwarê di mejiyan de, hê jî wek nexweşiyeke kronîk pêşî li yekitiya me digire.  Bi navê dîn û îman, baasî, kemalîzm, demoqrasî û internasyonalîzimê me ji me distîne. Îro serok û berdevkên partiyên dagirkeran berhemê vê diwarê şermę ne.
Baasên Iraqa ji me re ekrad gotin, bi her awayî xebitîn ku bîrdoza xwe ya tundwar a nijatperest wek kelemekî xetere di mejiyên gelê me de bi awayekî bê mirinî bide çandin. Li Suriyê em bûn ecnebîyên bê maf û bê nasname, Li Îranê em bûn eşîreke farisan, hinekên me di rengê şîîtîyê de têkçûn.
Lê li bakur, li bakurê welêt? Kemalîstan bi nijatperestiyeke afirandî li pey komkujiyan bi her awayî hewl dan xwe ku bi kotekê wek „kart û kurt“ di mejî û bîra gelê me de dîwarî têkbirinê lêkin. Heta radeyekî ew bi ser jî ketin, hêza me ya berxwedanê li çiyayê Agirîyê bin axkiribûn, Li Dêrsimê mînaka ji bo Holokoustê daxistibûn qada jiyanê, zarok, ciwan, jin, kal û pîr tev de disotin, li „Geliyê Zîlan“ em di şikeftan de fetisandin.
Kemalîstan biryar dabûn ku bi di giyanan de lêkirina dîwarên betonî me ji ra û rastiya me biqetînin. Di dibistanan de her roj sonda xweînkarkirin û kirasê Tirkayetî lixwekirinê bi me dida xwendin ku ew bikane dîwarê şermê bi awayeki bêmirinî di mêjiyên me de biçikînin. Bi wê dîwarê şermê yê di mejî û bîran de dihat çandin, ji me bi dehhezaran kemalîstên laîk û yên îslamîst afirandin.
Yên mayî jî dibirin leşkeriyê li wir bi her awa û azînan berê ew kesayetiya mirovan jê didizîn, li pey jî dîwarê şermê bi êşkence û çêran di mejiyan de mix dikirin. Carnan jî wek sih û sê quleyên li sînorê Îranê dixebitîn ku çirûskên heyî jî têk bibin.
Bi guleya pazdehê tebaxa 1984 şaran ve tovên jiyanê, tove parçekirina dîwarê şermê yê di mejiyan de hate reşandin, lê em gelek dereng ketibûn, lema tekoşîneke dijwar ya li aliyekî li dij dîwarên di mejiyan de hatibû avakirin ruxandinê û li aliyê din li dij dîwarên di nava her çar parçeyên Kurdistanê de bi mayin û striyan hatibû avakirin hate dayîn. Belê çar parçe, wek Ozan Dîna gotî; “Çar parçe çar gulle“.
Li cihanê şerma herî mezin qedexeya ziman, perwerde û ya tîpan e, li tu welatî tîp û ziman nehatine qedexekirin, perwerdeya zimanê gelekî ne bi pereyan e. Lê ev serkariya Erdogan hê jî naxwaze vê dîwarê şermê rake.
Dijminê diranên wî şikestî, tu dirb û rê li ber nemayê, hê jî dixebite ku dîwarên nû wek mînaka Îsaraîl li dij filistiniyan ava dike, ava bike. Niha wek projeyeke îlegal dixebitin ku di navbera bajarê Nusêbîn û Qamişloyê de dîwareke ji îmana xwe ya beton avabikin.
Mixabin ku li hember vê projeya Dîwarê Şermê her kes bê deng e. Cara yekem Birêz Selahattin Demirtaş di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de anî ziman. Li pey jî şaredara Nusêbînê li ser vê mijarê axivî. Divê em Kurd li hemberê vê dîwarê şermê bêdeng nemînin, wê ragîhînin bala cihanê. Hê di vê dema fezayê de jî dîwarê şermę?
Ev projeya dîwar jî nîşan dide ku AKP li pey dek û dolabên herî xiniz û bêbext e, bi wê re ne çareserî, ne jî dialog dibe.