Rêxistina BDPê ya Kocaeliyê jî bi çalakiyekê dîwarê li Nisêbînê tê çêkirin şermezarkir. Koma ku rêveberên BDPê û nûnerên saziyên civakî jî di navê de hebû li parka mafê mirovan kom bû. Berdevkê demî yê platforma şaxa KESKê ya Kocaeliyê Yener Çalışkan xwest ku hukumeta AKP’ê gelê Kurd muxetab bigre. Serokê EMEP yê bajêr Güner Kezir û serokê BDPê yê bajêr Mehmet Alçinkaya jî bang li dewleta Tirk kirin û xwestin dawî li çêkirina dîwarê şermê bîne. Di çalakiyên ‘Pêncşema Reş’ de jî dîwarê şermê yê AKPê hat şermezarkirin. Doh bi armanca şermezarkirina operasyonên qirkirina siyasî li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê çalakî hebûn. Di daxuyaniyên hat dayîn de ji ber ku hukûmeta AKPê di navbera Bakur û Rojava de dîwar lê dike nerazîbûn hat nîşandan.


Li Til Temir û Dêrikê çalakî

Li bajarê Til Temir Yekîtiya Star bi beşdariya dehan jinên Kurd û Ereb li pêşiya Navenda Jinan çalakî lidar xist. Di çalakiyê de daxuyaniyek hate xwendin û çêkirina dîwarê şermê hate şermezarkirin.  Li bajarê Dêrikê jî Meclîsa Şaredariya bajar bi beşdariya dehan endamên meclîsê ji bo piştgiriya Ayşe Gokkan çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de Rêvebera Şaredariyê Semîra Yûsif daxuyaniyek bi navê şaredariyê xwend û wiha got: “Em wekî şaredariya bajarê Dêrikê çalakiya tekoşer Ayşe Gokkan pîroz dikin.Dewletên desthilatdar ev sînor li gorî berjewendiyên xwe û ji bo lewazkirina gelan dane çêkirin. Lê gelê Kurd bi rêberiya Tevgera Azadiya Netewî ev hemû siyaset pûç kirine.”

DÊRIK