
Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak di axaftina li civîna koma partiya xwe de mijarên bingehîn ên di rojevê de nirxand. Kişanak bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan û diyar kir ku tevî rapora Saziya Tipa Edlî jî gelek girtiyên nexweşên giran hene ku ji aliyê dozgeran ve nayên berdan. Kişanak ragihand ku di mijara girtiyên nexweş de hikûmet helwesteke mijûlkirinê nîşan dide û got, “Em êdî nikarin xwe li darbesteke din a ji girtîgehan derekve, rabigirin. Eger hûn mirov bin, ji kerema xwe re mirovahiya xwe bînin bîra xwe.”
Kişanak bal kişand ser dîwarê li sînorê Rojava tê avakirin û ragihand ku rojiya mirinê ya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan dewam dike û got, “Bi rojane li qada mayinkirî jiyana xwe danî holê û hewl dide mirovahiyê qezenç bike. Sedema vê jî lêkirina dîwarekî li ser sînor e. Hûn bi kîjan maf û wicdanî li ser sînor dîwaran lê dikin. Hilweşîna Dîwarê Berlînê bûye mîladek. Dîwarê Îsraîl lê dike, dîwarekî şermê ye. Gelo ev ya Tirkiye lê dike çiye. Tuyê ji dîwar re bêje dîwar. Tuyê ji vê re jî bêje dîwarê şermê. Ti navekî din ê vê tineye.” Kişanak destnîşan kir ku ji bo lêkirina dîwar ti sedem nîne.
Tirkiye hiqûqê bin pê dike
Kişanak axaftina xwe wiha dewam kir: “Dibêjin sedema wê ewlekarî ye. Ji qadên di bin kontrola Kurdan de ye, heta niha ti gef li Tirkiyê nehatiye xwarin. Tirkiye cîranê Rojavayê Kurdistanê ye. Ne sînor, em dixwazin pir werin avakirin. Werin em pira bazirganiyê, pira mirovahiyê ava bikin. Mirovên li wê derê jî vê dibêjin. Ji wî alî dengek tê û dibêje bila derî ji bo bazirganî, têkiliyên civakî û sportîf were vekirin, lê ji vî alî ve dîwar li hemberî vî dengî tê lêkirin. Di navbera siyaseta Kurdan û siyaseta AKP’ê de cudahiyek bi vî rengî heye.”
Kişanak diyar kir ku her kes dizane kî alîgirê çareseriyê ye kî çareseriyê dixetimîne û destnîşan kir ku li gorî huqûqa navneteweyî Tirkiye suc dike. Kişanak got, “Berpirsyariya Tirkiyê parastina wan mayînan nîne, berpirsyariya wê paqijkirina mayînan e. Peymana Octovia mor kirin. Heta sala 2013’an divê mayinên di binê axê de werin derxistin û paqijkirin. Mora hikûmeta AKP’ê li binê vê peymanê heye. Ji hingî ve mayinek jî nehat derxistin. 10 sal di ser re derbas bû. Li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê mîlyonek mayin hene. Ev yek jî tê wê wateyê ku mayinek dibe para 7 kesên li Kurdistanê dijîn. Serê her malbatekê mayinek dikeve. Kurd dê vê qebûl nekin.”
Kurd aştiya stratejik dixwazin
Kişanak diyar kir ku hikûmet ji bo aştiyeke stratejîk a bi Kurdan re ne amade ye û ev xal destnîşan kir: “Kurd bi awayekî vekirî û zelal dibêjin ku ew aştiyeke stratejîk dixwazin, ne tiştên demî. Li ser vê axa kevnare kî hebe, dê bi maf, huqûq û azadiya xwe bijî. Yekane nêzîkatiya ku li Rojhilata Navîn aştiyê mayînde bike, ev e. Hûn vê yekê bi mayînan an jî dîwaran nikarin bikin. Li gorî we, di bin navê aştiyê de divê her kes ji her tiştê xwe vegere, dest ji her tiştî berde. Eger hûn dibêjin ewlekarî; tişta yekane ya ewlekariyê bicih bîne jî aştî ye. Hûnê bi Kurdan li re hev bikin. Hûnê xweseriya Rojavayê Kurdistanê qebûl bikin, hingî ti derdekî we yê ewlekariyê namîne.”
900 km mayînkirî ye
Kişanak da xuyakirin ku qada mayinkirî ya sînorê Tirkiye-Sûriyê 900 kîlometre ye û anî ziman ku vî gelî di berdêla seqetbûyînê de mayîn bê wate kiriye, lewma ewê vî dîwarî jî bê wate bike. Kişanak got, “Li malên li ser sînor hûnê mirovên destê xwe, milê xwe, lingê xwe û çavên xwe winda kirine, bibînin. Ji ber ku we gundê mirovan kirine du perçe. Ev yek bi ser neketiye. Kî hewl bide li pêşiya rêveçûna asayî ya jiyanê raweste, dê hilweşe. Mîna Seddam û Esad. Rêveçûn û herikîna asayî ya jiyanê, sînor bê wate kiriye.”
Ji çeteyan re bi trîlyonan alîkarî
Kişanak di dewama axaftina xwe de ragihand ku cihêkariya li dijî Kurdan xwe li her qadê de nîşan dide û got, “Tirkiye timî behsa alîkariyên xwe yên bi Sûriyê re kiriye, dike. Ji van alîkariyan qutiyek bi tenê ya şîr ji gelê Kurd re nehatiye şandin. Bi bacên me ev alîkarî tê kirin. Temamiya vê alîkariyê jî ji komên Tirkiye destêkê dide wan re, tê şandin. Gelê Kurd alîkariya ku kom dike, dişîne. Hûn bi trîlyonan alîkarî dişînin ji komên nêzî El Nûsra, El Qaîdeyê, lê çima hûn alîkariyê naşînin herêmên Kurdan? Kurd ji vê re mînetê nakin lê ev yek cihêkariyê nîşan dide.” Kişanak da xuyakirin ku 3 meh in 2 ambûlans û aş tê rawestandin û destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide Kurdên li Rojava mehkûmî Artêşa Azad û Esad bike. Kişanak da zanîn ku di êrîşên .eteyan de li Serêkaniya serxetê 5 sivîl jiyana xwe ji dest danê.
Êrîşa li Elihê xeter e
Kişanak bal kişand ser ciwanê bi navê Ozcan Temel ku li Êlihê hat qetilkirin û da zanîn ku ev êrîş rê li ber xeteriyê vedikin. Kişanak got, heya ku ev cînayet ne derkeve holê wê Waliyê Êlihê, emniyetê Êlihê û hikûmeta AKP’ê berpirsyar ji van êrîşan berpirsyar bin û ev kuştinek ji rêzê nîne, bingeha wê hatiye amadekirin.
Kişanak di axaftina xwe de hevdîtina serokwezîr Erdogan û serokê partiya siyasî ya ku li Êlihê rageşiyê derdixe bi bîr xist û axaftina xwe wiha domand: “Hikûmeta AKP’ê di bin berpirsiyaeriyeke giran de ye. Bi salan e hestiyarî û nêzîkatiya ku ji partiyên di meclisê de ne re nehatiye nîşan dan, nîşanî partiyeke ku nû hatiye avakirin didin. Heke ku hûn vê yekê bikin wê demê hûnê berpirsiyariya qetilkirina li Êlihê jî bigirin ser milên xwe. Divê ku hûn kûjeran bibînin. Em behsa kesên ku tetîkê kişandine dikin. Em behsa koma ku ji 30-40 kesan pêk dihat û argûmantên olî bi kar dianîn dikin. Ew kom bi çekên di destên xwe de çûne wê taxê û bi koma ku derdikeve pêşiya wan re pevdiçin û gule bi ser wan de direşînin. Li naverastê bi çekan bi ser taxekê de girtin heye.
Kişanak di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser ku kurd dîwarên tirsê herifandine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin ku kujer derxin holê. Di warê derxistina holê ya kujer de berpirsiyarî ya hikûmetê ye û ya partiya siyasî ya ku navê wê di vê rageşiyê de derbas dibe ye. Ji bilî vê yekê rêyeke dîtir tune ye.”
ENQERE