Pîşeya Girafîtî yek ji pîşeyên ku ji aliyê hosteyên Korî û Çînî ve tên çêkirin û li Rojavayê Kurdistanê tune ye. Grafîtî pîşeyeke ku li ser dîwarên derve yên malan bi çîmento û remla hûr tê çêkirin û resim li ser dîwar tên xêzkirin. Welatiyê bi navê Mehmûd Bozo ku bi temenê xwe 60 salî ye beriya niha li paytexta Sûriye Şamê dixebitî û li ber destê hosteyên Korî û Çînî fêrî pîşeya Tenîkoriya bûye. Piştî rewşa aloz a li Şamê çêbû Bozo berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Bozo li kantona Cizîrê dîwarên malan ji aliyê derve ve bi çîmento û remla hûr tamîr û xêz dike, ev reng xweşikahiyekê dide malên ku tên tamîrkirin û bala her kesî dikşîne.
Ji ber tunebûna vê pîşeyê li Rojavayê Kurdistanê û buhabûna wê, piştî ku Bozo li bajarê Amûdê bicih bû, zarokên xwe fêr kir û niha zarokên wî li Bakûr û Başûrê Kurdistanê dixebitin da ku debara xwe bikin. Tenîkoriya bi riya gelek alavên cuda cuda tê kirin û ji wan kêr û mesterîn in. Rismên ku li ser dîwaran tên xêzkirin piranî yên xezal, golên avê, derî, kevirên mezin û keleh in.
ANHA/AMÛDÊ