Berpirsyarê Giştî yê Ceyş El Siwar Hecî Ahmed El Kurdî, êrîşên bombeyî yên Tirkiyeyê yên li hemberî derdora Efrîn, Heleb û Ezazê ji ANF’ê re nirxand û got: “Tirkiye ewilî bi tank, top û balafirên xwe re li gundên li ser sînor dixe û dide valakirin. Dûre komê çeteyan ku ava kiriye diçin lê, bi cih dibin.” 

Hecî Ahmed El Kurdî diyar kir ku li herêmê hin komên li ser navê Tirkiyeyê tevdigerin hene û got: “Ev kom ji DYA jî destekê dibînin. Tirkiye van koman bi rê ve dibe û planan ji wan re derdixîne. Yê ku van koman hemûyan bi rê ve dibe, dide şerkirin, perspektîf û fermanan dide efserekî Tirk ê bi navê Mûstafa ye. Navî vî efserî di nava van çeteyan de Ebûl Fûrkan e. Bi vî wî rengî tê naskirin. Ev efser ji Enqereyê van koman bi rê ve dibe. Wezîfeya li bajarê Helebê û derdora wê, ji vî efserî re hatiye dayîn. Berpirsyariya çeteyên gundên me, xaka me, gorên mezinên me talan û dagir dikin, radestî vî şexsî hatiye kirin.”


‘Maskeya koma Sûltan Mûrat ket’

 Hecî Ahmed El Kurdî ragihand ku Tirkiyeyê di salê dawî de gelek yekîne li herêmê ava kiriye û herî dawî yekîneyek bi navê lîwa El Hamza ava kiriye û DYA jî destekê dide vê komê. 

El Kurdî bal kişand ser koma bi navê Sûltan Mûrad û got: “Maskeya vê komê ket. Ji aliyê her kesî ve hat fêmkirin, bê kî ne. Dema ev zelal bû, hingî komeke nû ya bi navê Lîwa El Hamza ava kirin. Komeke bi navê Feylak El Şam heye. Serkêşê vê komê jî kesekî bi navê Yaser Abdûrrahîm e. Hemû daxuyaniyên vî şexsî jî ji Tirkiyeyê tên dayîn û li dijî me tên dayîn. Li herêmê bi navê Lîwa El Hamza û Sûltan Mûrad tevdigere. Lê belê hêza esasî hêza ji derve tê. Yanî Feylak El Şam e. Feylak Şam Ceyş Fetîh, koma Îdlîb girtibû. Ya li Helebê jî cih girt, ev kom bû."


‘Bi gefa koma dide şerkirin’

Her wiha El Kurdî diyar kir ku Tirkiyeyê pere dide van koman û bi zorê wan dide şerkirin û wiha pê de çû: “Tirkiye bi gefa 'ya hûnê li hemberî Kurdan û gelên herêmê şer bikin, yan jî em ê we biqewirînin' van koman dide şerkirin. Derfetên wan ên terikandinê nîne. Ji ber ku xwe kirine hewcedarê Tirkiyeyê. Bi zorê li hemberî me didin şerkirin. Komên ji Îdlîb û Hûmûsê jî di nava van koman de hene.

Herî dawî Tûgaya 99. hatibû. Ev kom jî ji bo li hemberî me bide şerkirin anîn. Û niha li hemberî me şer dike. Yanî yek ji komên e ku li Şêxmeqsûd (Taxa Kurdan a li Helebê) li dijî sivîlan komkujiyê dikin. Tirkiye dixwaze li herêma me jiyana hevpar a gelan têk bibe. Dixwaze gelan li hemberî hev rake û bi hev bide qirkirin. Tirkiye ya bi rêveberiya AKP'ê, polîtîkayeke cidî û xetere dimeşîne. Hewl dide vê polîtîkaya xwe jî bi cîhanê re bide qebûlkirin.”


‘Xeta PDK’ê îflas kir’

El Kurdî bal kişand ser lîstokên PDK’ê yên li Rojava û wiha berdewam kir: “Li gelemperiya Rojava xeta PDK'ê îflas kir. Ji ber ku polîtîkayeke neserketî meşandin. Polîtîkayek li derveyî berjewendiyên gel meşandin. Gava xeta wan îflas kir, li qadeke karibe xeta xwe bimeşîne geriyan. Û cihekî vekirî ku karibe lê bimeşîne, weke herêma Şehba dît. Yanî vê carê hewl dide xeta xwe li herêma Bab, Ezaz, Cerablûsê bixe meriyetê. Gel xizan e. Ji ber şer ji cih û warên xwe bûye. Pirsgirêkên xwe yên aborî û jiyanê heye. Vî gelê xizan bi pere kom dike û dide şerkirin. Di bin navê ‘Pêşmergeyê Rojava' de hewl didin van bişînin qadê û bidin şerkirin. PDK bi vê siyaseta xwe ya gemarî re li xwe dixwaze li Rojava û Sûriyeyê bi bandor be.”


‘MÎT van koman ava dike’

Hecî Ahmed El Kurdî diyar kir ku ev kesên navê ‘Pêşmergeyê Rojava' li xwe kirine, tûgayek bi navê Firka 31 ava kiriye û wiha axivî: “Di avabûna komên bi vî rengî de MÎT heye. Ji xwe di bin kontrola MÎT'ê û di bin kontrola mirovên ji aliyê wan ve hatine hilbijartin ve ev kom tên avakirin. Ev kom niha bi desteka tank, top û balafirên Tirkiyeyê li xeta sînor bi pêş de diçin. Tirkiye ewilî bi tank, top û balafirên xwe re li gundên li ser sînor dixe û dide valakirin. Dûre ev komên çeteyan ku ava kiriye diçin lê bi cih dibin. Niha heta gundên Dûdyan, Xelfetî bi pêş de çûne. Tirkiye niha li pêşberî hêzên navneteweyî lîstikê diguherîne. Plan amade kirine, ku eger di dema pêş de DAIŞ têk biçe, wê endamên xwe li cihekî din bi cih bike.”


SEYÎT EVRAN/ANF