Qonaxa beriya serhildana sala 1991’ê şanogerên Kurd li Dihokê hewl didan bi rêya şanoyê hestên neteweyî yê ciwanan bilind bikin. Piştî hilweşandina rejîma Beasê sala 2003’an, êdî rewşa şanoyê ber bi qonaxeke din ve çû û bi vî awayî pirsgirêkên civaka Kurd nîşan dan. Ji bo nasandina çanda kurdî şanoya Dihokê bi giştî îsal beşdarî çend festîvalan bû. Şanoya Dihokê di festîvala fîlman li Stenbolê, festîvala Batmanê û festîvala navneteweyî ya Elman de hat nîşandan.
 
Nakokiyên siyasî nabin asteng
Rêveberê şanoya Dihokê şanoger Hevdem bal kişand ser wê yekê ku herçend li Herêma Kurdistanê krîza aborî û siyasî heye û bandor li ser rewşa şanoyê kiriye jî, lê şanoger bi îradeyeke xurt çalakiyên xwe yên şanogeriyê ranawestînin. Şanoger Hevdem diyar dike ku ew dixwazin siberojê meydaneke taybet ji bo şanoyê li Dihokê vekin û wiha dewam dike: “Em nahêlin nakokiyên siyasî yên li her beşeke Kurdistanê rê li hemberî çûyîna şanoyê ji bo parçeyên din astengiyan çêke. Weke mînak me îsal roja şanoyên Amedê li Dihokê li dar xist. Hevserokê şaredariya Amedê Firat Anli jî beşdarî vê merasimê bû. Em dixwazin rojên şanoya Dihokê bibin Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî.”
 
‘Em dixwazin jin jî beşdarî xebatên şanogeriyê bibin’
Derbarê nebûna temaşevanên şanoyê de jî Hevdem da zanîn ku ji bo balê bikşînin ser şanoyê du salan wek şanogerên gerok li kolanan şano nîşan dane û wiha dewam kir: “Du armancên me ji vê yekê hebûn. Yek ew bû ku em şanoyê bibin nav xelkê û ya din jî ew bû ku xelk xwedî li şanoyê derkeve. Herwiha em dixwazin jin jî bi awayekî çalak tevlî xebatên şanogeriyê bibin.”


 ‘Ji ber nebûna pereyanprojeyên me rawestiyane’

Derbarê komên şanoyê li Dihokê de ku hêjmara wan zêdeye lê karê wan hatiye rawestandin jî rêveberê şanoya Dihokê ragihand ku pereyê beriya niha hikûmetê ji wan re dişand, li ser wan hatiye birîn. Hevdem dibêje: “Birîna pereyan bû sedem ku karên van koman were rawestandin. Herwiha di bernameya me de heye ku em sê yan çar meydanan ji bo şanoyê li Dihokê çêkin. Lê ji ber qeyrana heyî ya Herêma Kurdistanê tê re derbas dibe, projeya çêkirina meydanan (holan) hatiye rawestandin. Ne diyar e ka wê kengê ev proje bikevin meriyetê.”

Perwede tê nîqaşkirin
Konferansa yekem a perwedeya civaka demokratîk a Kantona Cizîrê bi beşdarbûna 215 nûnerên sazî û dezgehên perwedeyê yên ji hemû pêkhateyên kantonê li Akademiya Wêje û Zimanê Kurdî ya Celadet Bedirxan a li bajarê Qamişlo dest pê kir. Armanca konferasnê destnîşankirina sîstema perwedeyê ya hevbeş e.
Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Henîfe Husên bal kişand ser girîngiya rola sazî û dezgehên çand û zanyarî di pêşxistina asta zanistî ya civakê  de û got: “Saziyan kedeke mezin di pêşxistina gelê Rojava di warên zanyarî û çandî de girtiye ser milên xwe.” Konferansê di dema amadekirina nûçeyê de bi axaftinan dewam dikir. n QAMIŞLO

DIYAKO EBÎZEYD
ROJNEWS / DIHOK