Ayata bi bîr xist ku di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de ji sala 1994'an û vir ve agirbestek heye, lê di rojên dawî de li Karabagê her du alî ber bi şer ve hatine kişandin û got, "Statuya Karabagê berê jî gelekî hat nîqaşkirin. Emerîka ket navberê, Neteweyên Yekbûyî ket navberê. Ev pirsgirêka navbera Ermenîstan û Azerbaycanê, herî dawî di sala 1994'an de bi morkirina peymaneke agirbestê re hal kirin. Ev der herêmeke xweser e. Lê belê Karabag a di pratîkê de serbixwe ye, demekê bi ser Azerbaycanê ve bû û niha di bin kontrola Ermenîstanê de ye. Ya rast di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de hevsengiyek ava bûbû. Rewşeke agirbestê hebû. Lê belê di dema dawî de bi vî şerê bi destê Tirkiyeyê hat destpêkirin, tê xwestin ev hevsengî bê xerakirin."
Tirkiye sor dike
Muzaffer Ayata got, şerê li Karabagê bandora şerê li Rojhilata Navîn e û got, "Azerbaycanê ji ber xwe ve şerekî bi vî rengî neda destpêkirin. Çavkaniyên Azerbaycanê zêdetir in. Li gorî Ermenîstanê welatekî dewlemendtir e. Tirkiyeyê şêwirmendî ji Azerbaycanê re kir, çek û efserên xwe jê re şandin û ji bo derketina vî şerî ket nava hewldanan. Bi hewldaneke ji nişka ve ketin Karabagê. Bi vê yekê re hem tehdeyê dide Ermenîstanê, hem jî Rûsyayê tengav dike. Ji ber ku Rûsya bi her du welatan re xwedî têkiliyên baş e. Bi van êrişan, dixwaze têkiliyên Rûsya-Azerbaycanê xera bike û Azerbaycanê hîn bêhtir nêzî Tirkiyeyê bike. Ji ber ku hêza leşkerî mîlîtarîst a Tirkiyeyê zêdetir e, Azerbaycan jî wê xwe bispêre wê. Tirkiye jî wê nîşan bide ku xwedî lê derdikeve."
Şer li ser Azerbaycanê dide ferzkirin
Ayata da xuyakirin, ku Tirkiye nêzîkatiya "Tu Karabagê di konjonktura heyî ya navneteweyî de nikare werbigirî, bi afirandina rewşeke fîîlî bi şer re tu dikarî bigirî" li ser Azerbaycanê ferz dike û bi vî rengî Azerbaycanê ber bi şer ve dehf dide.
Ayata ev nirxandin kir: "Tirkiye ji Azerbaycanê re dibêje 'Em jî li pişt we ne. Di her mijarê de em ê destekê bidin we. Lê hûn xwe hinekî ji Rûsyayê vegirin'. Plana Tirkiyeyê ev e. Dixwaze krîza Rojhilata Navîn bibe nava Kafkasya. Ji ber ku Tirkiye dizane li wê derê dikare cih li Rûsyayê teng bike. Mînaka Ûkrayna Qirimê heye. Rûsyayê di van mijaran de li hemberî xwe Ewrûpa dît. Li Sûriyeyê jî xwest Rûsyayê derxîne hemberî Emerîka û NATO´yê. Lê nikarî vê bi ser xîne. Berevajî, li Sûriyeyê qada tevgerê ya Tirkiyeyê teng bû. Niha jî ji bo Rûsyayê tengav bike hewl dide pirsgirêka derve bi Rûsyayê re biafirîne."
Ji bo cih li Rûsyayê teng bike
Ayata diyar kir ku Tirkiye di heman demê de dixwaze Azerbaycanê bi xwe ve girê bide. Ayata got, "Ji ber ku Azerbaycan ev demeke dirêj e xwe ji Tirkiyeyê vegirtiye. Têkiliya navbera wan sar bû. Têkiliya Tirkiyeyê bi Ermenîstanê re û dayîna hin sozan, Azerbaycan aciz kir. Tirkiyeyê hem sozên dayî bi cih neanîn, hem jî bi vê rewşê, careke din dixwaze Azerbaycanê ber bi aliyê xwe ve bikişîne. Tirkiye dixwaze şer bibe Kafkasyayê û Rûsyayê li vê bereyê tengav bike. Dizane rewşa aboriyê ya Rûsyayê gelekî baş nîne. Ji aliyekî ve bi Ûkraynayê ji aliyê din ve jî bi şerê li Sûriyeyê re mijûl dibe. Niha jî eger pirsgirêka Ermenîstan û Azerbaycanê derkeve, wê neçar bimîne bi vê re jî mijûl bibe. Ji ber ku di navbera Rûsya û Ermenîstanê de tifaq hene. Hêza xwe ya leşkerî biriye wê derê. Rûsya di vê mijarê de nikare yekalî nêz bibe. Ji ber ku têkiliyên xwe bi Azerbaycanê re jî hene. Tirkiye bi vê dizane. Bi tevlîhevkirina rewşê re dixwaze hevsengiyên li Rûsyayê xera bike. Hevsengiyên xerabûyî wê tehdeyê bidin Rûsyayê. Tirkiye ji bo cih li Rûsyayê teng bike, çi ji destê wê tê dike."
BEHDÎNAN