
CÎHAD HEWRAMÎ / ROJNEWS / HELEBCE
Wênegirê Helebceyî, Dilawer Bamokî bi rêya wêneyên xwe jiyana mexdûrên erdheja Rojhilatê Kurdistanê nîşan da û got; “Armanca min ew e ku ez bi rêya wêneyên xwe êşên mexdûrên erdhejê bigihînim hemû cihanê.”
Dilawer Bamokî doh li Bîrdariya Helebce bi pêşengiya Waliyê Helebce û beşdarbûna nûnerên partiyan, rêxistin û hikûmeta herêmê, pêşangeheke taybet a wêneyên mexdûrên erdheja Rojhilatê Kurdistanê vekir.
Wênegir Dilawer Bamokî têkildarî vekirina pêşangehê wiha axivî; “Armanca min a vekirina vê pêşangehê peyama Helebceya kîmyebaranê ji bo mexdûrên erdheja Rojhilatê Kurdistanê ye. Tevî krîza aborî û siyasî ya dijwar jî gelê me ji bo mexdûrên erdhejê dest bi komkirina alîkariyê kir. Min jî weke erkekê ev pêşangeh vekir. Min serdana cihên erdhej lê çêbûyî kir û wêneyên êşên mexdûrên erdhejê girtin. Îro jî min di vê pêşangehê de ew nîşan dan.“

Li şûna şîrê dayikê petat
Wênegirê Helebceyî Dilawer Bamokî diyar kir ku wêneyên wî der barê jiyana welatiyan a dijwar a piştî erdhejê de ye û wiha axivî; “Dema ku mirov temaşeyî wêneyan bike, zarok li bin konan in û tiştekî wan ê xwe pê germ bikin, nîne. Hîna alîkarî negihaye wan. Bi daran xwe germ dikin. Jinekê ji ber nebûna şîr petat xistine nava agir, ji bo dema bipije bide zaroka xwe û bi vî rengî têr bike.”

Parçeyan hev girt
Wênekêşê Helebceyî, Dilawer Bamokî yê ku li deverên erhejê zirar li wan kirî yên rojhilatê geriya, herî dawî got; “Gelê Kurd li her parçeyê Kurdistanê dema bûyerên bi êş de hevdu girtine û niha jî hevdu ji bîr nekirin û hevkariya hev kirin. Ev pêşangeha min a wêneyan jî dikare dengê mexdûrên gelê Rojhilatê Kurdistanê bigihîne cihanê.”