Di salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê de Evrîm Demîr (18) agir berda bedena xwe. Demîr li paceya odaye xwe derket derve li baxçeya mala xwe ya li taxa Bahçelîevlera Kopê di saet 02.30’an de agir berda bedena xwe. Demîr ji hêla malbat û cîranên xwe birîndar hate dîtin û ev rakirin Nexweşxaneya Dewletê a Kopê. Ligel mudaxeleyan Demîr jiyana xwe ji dest da.
Evrîm Demîr li pişt xwe rojnivîsek hişt. Di roj nivîsê de têbiniyeke ku qala çalakiyê dike hat dîtin. Demîr di têbiniya xwe de wiha got: “Ez daxwaz dikim ku gelê Tirkiyeyê ji esaretiya şer rizgar bibe û her wiha ez cîhaneke bê xwîn dixwazim. Ez dixwazim ku her kes wekî min cîhaneke xweşik daxwaz bike. Ez bi çalakiya xwe dixwazim bibim dengê aştiyê. Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin û xwîn tenê bi xwe re xwînê tîne. Nêrînên MHP’ê û Kemalîzmê wek hevin û cudabûnek di navbera van de nîne. Ji bo gelê Kurd sînor ne ev qas girîng e û her wiha dewletbûn jî ne ev qas girîng e. Ji ber ku civakek û dewletek heye. Hebûna civakê girêdayî ziman, çand û dîrokê ye û bi van tişan heye. Me sînorê xwe bi çand, bi dîrok û bi zimanê xwe xêz kiriye. Em xwişk û birayê hevin. Lê mafê me nîne. Çend bibêjin pirsgirêka Kurd nîne jî gelê Kurd bi hêzeke xurt dê mafê xwe biparêzin û bidestbixin. Ligel hemû zehmetiyan 36 parlamenter hate bijartin, lê parlamenteriyeke hate xistin. Dengê me bi navê qanûnan hate bêndengkirin. Em bêhiqûqiyeke wisa tu carî qebûl nakin. Hatîp Dîcle û parlamenterên din ên girtî rûmeta me ye.”

‘Ne cudakar û ne jî terorîst im
ez Kurd im’

Demîr a 18 salî di rojnivîsa xwe de bal kişand ser hikûmeta AKP’ê û wiha nêrînên xwe nivîsand: “Hikûmeta AKP’ê wisa xwe bawere ku me bixapine. Mijar tenê bi Kurdî axaftin û dîlan girtin nîne, em statuyê dixwazin. Em dixwazin êdî xwe bi xwe birêvebibin û mafê xwe dixwazin. Em dixwazin ku hebûna xwe bi hebûna tevgera PKK’ê ve bidin qebûlkirin. Divê ev tişt wisa bê zanîn. Gotinên wekî tevgera PKK’ê îmha û tasfiye bikin, tenê xizmetê dide domandina şerê qirêj a 30 salên din. Ez û yên ku piştî min bê tû carî wî tiştî qebûl nekin. 70 sal jî derbas bibe dê dîsa serhildan pêk bên. Ji ber wê jî ev şer feydeyê nade. Ez ne cudakar û ne jî terorîstim ez Kurd im. Ez bi dirûşma ‘Azadî’ ye mezin bûm û dê bi wê dirûşmê heta dawiyê bijîm. Li Kurdistanê şereke qirêj heye. Kesên ku zarokên gelê Kurd mehkumê mirinê dikin, hêvî dikim ku rojek zarokên Tirk jî mehkumê mirenê bibin. Bi navê cudakariyê gelê Tirk tên tirsandin û di nav civaka Tirkiyeyê de împaratoriyeke tirsê tê afirandin. AKP û MHP vê tiştî bikartîne. Divê gelê Tirkiyeyê Kurdan baş fêm bike ku çima gelê Kurd berê xwe da çiyê. Divê neyê ji birkirin ku gelê Kurd ne wekî gelê Dêrsimê ye û tu carî dîroka xwe ji birnake. Gele Kurd bi nirx û rumeta xwe heye û bi vî jî dijî. Gele Kurd ji Bedixanan, Şêx Seîdan heya Seyît Rizayê te û ev berxwedan hemû nifşan re tê vegotin. Min dixwast gelek tiştan binivîsinim. Lê êdî dem dema yekbûnê û hebûne ye. Gelê Kurd û gelên ku li Tirkiyeyê dijîn, Serok Apo, malbatên ku zarokên xwe di şer de windakirine, dayik û bav, gerîla û bi taybetî gelê Amed û Colemergê silav dikim. Hêvî dikim ku ev roj bibe roja aştî û azadiya Serok Apo.”

Demîr di têbiniya ku rojnivîsa xwe de nivîsandî wiha daxwaza xwe ya herî dawiyê anî ziman: “Heke hûn min li Amedê li cem Mustafa Malçok defîn bikin ezê gelek kêyf xwe bibim.”

DÎHA-MÛŞ