Heyet piştî lêkolînan vegeriyan navenda Şirnexê û xebatên xwe li vir berdevam kirin. Heyet şevê din li otelê bi nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî re civiyan. Heyetê serê sibê jî Waliyê Şirnexê Vahdettîn Ozkan ziyaret kirin. Serokê Heyeta Komîsyonê Ayhan Sefer Ustun li vir daxuyaniyek da û diyar kir ku wan li gundê Bêcûhê bi kesên di bûyerê de bi saxî xelas bû û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan re hevdîtin kirin û bi helîkopterê qada bûyerê lêkolîn kirin. Ustun, anî ziman ku Walî Ozkan ji bo lêkolîna wan bû alîkar û wiha got: "Em dê îro li vir bi nûnerên saziyên cemaweriyê re bicivin. Em dê ji wan agahiyê bigirin. Bi vî şiklî em dê gava yekem a lêkolîna xwe bi dawî bikin. Piştî em derbasî Enqereyê bibin em dê civînekê li dar bixin. Piştî vê yekê em dê bi endamên komîsyonê re plansaziya xwe çêkin. Înşallah em dê serbikevin."
Ustun got: "Hinek gavên din ên bên avêtin hene. Piştî vê yekê em dixwazin dîmenen temaşe bikin. Em dixwazin li Enqereyê temaşe bikin."

ŞIRNEX