Piştî ku DAIŞ di aliyê eskerî de bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk di 23`yê Adara îsal de li Baxozê têk çû, pêvajoyeke nû ji gelek aliyan ve derket holê. Rêveberiya Xweser jî li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûrî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê li gorî xeta siyasî ket nava hewildanan. Lê belê hin aliyên siyasî tenê dikevin xizmeta geşkirina nakokiyên bêsûd ku xizmeta neteweyê û kurdîtiyê nakin û hewil didin li herêmê nakokiyan xurt bikin. Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî astengiyên li pêşiya herêmê û pêwîstiya hevgirtin û yekbûna nêrînan ji bo sekindina li hemberî van arîşeyan û parastina destkeftiyên herêmê, daxuyaniyek da.

Destkeftiyên xwe biparêzin

Daxuyaniya PYD’ê wiha ye: Em wek Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk, dibînin ku ji hemû hêz û partiyên siyasî û hemû beşên gel tê xwestin ku li hemberî van aloziyan berpirsyarî û sekneke cidî lazim e. Da ku deskeftiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin parastin. Lê em dibînin ku hin daxuyanî ji hin aliyan derdikevin. Beriya her tiştî asta tengbûna fikrê wan dide diyarkirin û berjewendiyên xwe yên çînîtî li ser berjewendiyên neteweya Sûriyê giştî yan jî kurdî digirin, her wiha dikeve çarçoveya daxwazên sîstemên otorîter. Em hemû rêbaz û siyasetên ku xizmeta geşkirina nakokiyên bêsûd ku xizmeta neteweyê û kurdîtiyê nakin, red dikin. Ev aliyên ku tenê fayde dide sîstemên ku bi edaleta demokratîk û kurdî li Sûriyê û parçeyên din, ne bawer in. Em bang li gelê xwe yê Kurd li Sûriyê û hemû pêkateyên bi jiyana hevbeş û yekitiyê ve girêdayî ne dikin da ku ji bo parastina destkeftiyên ku bi berdêlên giran hatine bidestxistin biparêzin û hemû hewldanên ku dixwazin hewildanên Rêveberiya Xweser, ewlehî û aştiya me têk bibin, qut bikin.”

 

QAMIŞLO