Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê Peymangeha Zanistên Perwerdehî ya Şehîd Peyman mamosteyên zimanên Kurdî û Erebî li gorî materyalên nû amade dike. Di heman demê de dewreyên zimanê Kurdî ji xwendekarên Ereb ên dixwazin fêrî Kurdî bibin re vedike.
Peymangeha Zanistên Perwerdehî ya Şehîd Peyman li bajarê Amûdê hatiye vekirin. Peymangeh mamosteyên zimanî Kurdî û Erebî li ser materyalên perwedeyê ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk hatiye amadekirin, perwede dike. Di peymangehê de her wiha mamosteyên Erebî yên dixwazin fêrî zimanê Kurdî bibin di riya dewreyên zimanê Kurdî re têne perwedekirin. Niha dewreyek bi beşdarbûna 15 şagirtên Ereb hatiye vekirin.
Dixwazin fêrî Kurdî bibin
Endamê Rêveber ê Paymangeha Sefwan Ehemed diyar kir ku mamoste dersên taybet li ser dîroka herêmê, kompûtir, çand û exlaq, muzîk, werziş û perwedeya zarokan distînin û got ku şagirtên Ereb ji rêveberiyê xwestin ku dewreyên zimanê Kurdî ji wan re bê vekirin û li ser vî esasî wan dewre ji wan re vekirin.
Ji bo bi gel re baştir bide û bistîne
Şagirtê Ereb Elî El-Elî da zanîn ku ew dixwazin li gel materyalên nû yê perwedeyê fêrî zimanê Kurdî jî bibin û got ku ew dixwaze ku zimanê Kurdî jî bibe zimanekî cîhanî wekî zimanên din.
Şagirtê bi navê Basil El-Nebûnî got ku armanca wî ji fêrbûna zimanê Kurdî ew e ku bi gelê Kurd re baş bide û bistîne û destnîşan kir ku divê hemû kes fêrî zimanê netewên din bibin.
DIYAR EHO / AMÛDÊ