Ehmed Şêxo: “Erdogan dixwaze rojhilatê Firatê bixwe rojevê û bi vî awayî xwe ji çirava Sûriyeyê derbixwe. Bi van gotinan hewl dide rojevê biguherîne.”

 

NAZIM DAŞTAN / MA / KOBANÊ

Hevserokê TEV-DEM’ê yê Kobanê Ehmed Şêxo, bersiv da peyamên Erdogan ên weke “Operasyona rojhilatê Firatê” ya di NY de da û got: “Dixwazin Idlibê ji rojevê derbixin û pêşiya operasyonekê pêşwext bi van daxuyan vekin.”

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan beşdarî Desteya Giştî ya 73’yemîn  a Neteweyên Yekbûyî (NY) bû û peyama operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Ev peyama Erdogan li herêmê rastî bertekan hat. Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kobanê Ehmed Şêxo, bal kişand ser gotinên Erdogan û wiha axivî: “Erdogan dixwaze rojhilatê Firatê bixwe rojevê û bi vî awayî xwe ji çirava Sûriyeyê derbixwe. Bi van gotinan hewl dide rojevê biguherîne”

Gef û tundî

Şêxo, anî ziman ku yek ji rêbazên herî zêde dewleta Tirk bi kar tîne, rêbaza “tundî û gefê ye” û got: “Ji ber ku nekarî bahara gelan a li herêmê avabû asteng bike, niha jî serî li rê û rêbazên wiha dide. Mînaka vê ya herî berbiçav Efrîne. Di encama tîfaqên qirêj ên Rûsya û Tirkiyeyê Efrîn dagir kirin. Niha jî dibin navê ‘terorê de’ dixwazin li dijî rojhilatê Firatê dest bi amadekariyên operasyonekê bikin.”

 

 Terorîst kî ye?

Şêxo, da zanîn ku hemû cîhan jî baş dizane kî terorê tîne Rojhilata Navîn û wiha peyivî: “Dixwazin şoreşa Rojava, terorîze bikin. Hemû kes vê yekê jî dibînin. Gelo yên çeteyan li Sûriyeyê xwedî dikin û alîkariyê didin wan kîne? A herî girîng jî niha behsa bê çekirina çeteyên El Nusra yên li Idlibê tê kirin. Ê başe, wê demê kî dê vê bike û çawan dê bik? Ev parçeyekê terorê yê Tirkiyeyê.”

Bazarên qirêj hene

Şêxo da zanîn ku niha li derdora Idlibê bazarên pir qirêj hene û wiha domand: “Hewldanên Rûsya û Tirkiyeyê yên cuda hene. Îro berpirsê komên çete yên di lîsteya terorê de Erdogane û karê hevaltiya wan girtiye ser milê xwe. Para Erdogan di hemû kuştin, qetilkirin, penabertî, talankirin û hilweşandinên li Sûriyeyê tên jiyîn de heye. Ji bo ser van hemû rastiyan bigere, hewl dide êrîş bike.”

Herêma herî bi ewle ye

 Şêxo, diyar kir ku herêma ku tê tehdîtkirin, herêma Sûriyeyê ya herî bi ewleye û wiha bi dawî kir: “Li wê herêmê hemû gel bi hevre dijîn. Ev gefên Erdogan valene. Kî êrîşa axa me bike, emê bi hemû hêza xwe bersivê bidin wan. Gelên me li Kobanê çawan axa xwe parastin, dê hemû axa xwe biparêzin. Gel wisan pir erzan dest ji destkeftiyên xwe berna de. Divê hemû kes vê baş zanibin.”