
Li Zozanê Berçelanê ku şev pir sar û roj pir germ e, jiyan bi tîrêjên rojê re dest pê dike. Koçerên tên li vir bi cih û war dibin, hemû debara xwe ji xwezayê temîn dikin. Her wiha pêdiviyên xwe ji xwezayê temîn dikin. Dayika bi navê Sîma Adiyaman, diyar kir ku ev der cih û warê pêşiyên wan e û wiha got: „Em tu carî li bajaran neman. Em her tim li zozanan man û jiyan. Lê piştî salên dawî ku dewletê zozan li me qedexe kirin êdî jiyan li me teng bû. Êdî em bi zorê debara xwe dikin. Her çend zahmetiyên zozanan hebin jî em azad in. Ji ber ku li serê çiyan e û wesatiyên me tune ne şert û mercên vir zahmet in. Lê dîsa em li van zozanan aram û kêfxweş in. Em diçûn zozanên Bala, Spîxane û Glezo Lê pişti ku ew hatin qedexekirin em niha tên zozanê Berçelanê.
‘Em li vir penêr û lorikê çêdikin’
Welatiya bi navê Nîharî Adiyaman ku li ser 3 kuçan bi agirê qirş û daran di sîtilê de şîr dikelîne diyar kir ku berê wan konê xwe li nêzî beriyê vedidan, lê piştî zozan hatin qedexekirin êdî ew dûrî beriyê ne. Adiyaman, anî ziman ku piştî diçin beriyê û pesê xwe didoşin, şîr diparzinînin û şîrê xwe li ser agir dikelînin. Adiyaman, anî ziman ku piştî şîrê wan keliya, pinçarê siyabo, sîrik, mendê û gelek gihayên din dixin nava şîr û dimeyinînin. Adiyaman, bilêv kir ku piştî şîrê wan meya û bû penêr, vê carê penêrê xwe dixin parzûnan û ava wî xwe berdide û wiha got. „Em pişt re ava penêr cuda dikelînin û dikin lorik.
Koçerê bi navê Hasan Berk jî anî ziman kupezê xwe li vir dibirin. Berk, anî ziman ku heta çend sal berê hemû zozan li wan hatibûn qedexekirin û di nava axa xwe de hatibûn hepskirin. Berk, anî ziman ku ji ber operasyonan her roj ciwan tên kuştin û êdî ew naxwazin ciwan bên kuştin. Berk anî ziman ku ew ji gundê Bazê ne û jiyana wan bi koçeriyê derbas dibe.HAMZA GÜNDÜZ - DÎHA/COLEMÊRG