
Hekîman got ku Roboskî komkujî ye. Serokê Konseya Navendî yê TTB'ê Erîş Bîlaloglu, Endamê Konseya Navendî Halîs Yerlîkaya û Zulfîkar Cebe, serokên odeyên tabîban ên herêm û endamên odeyan çûn gund û xizmên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li ketina goristana gundê Bêcihê de heyet pêşwazî kir. Endamên Heyetê gorên kesên jiyana xwe ji dest dan ziyaret kirin û rêzgirtin girtin.
Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Erîş Bîlaloglu axivî û diyar kir ku ji bo komkujiya Roboskî û komkujiyên wisa neyên jibîrkirin divê berpirsiyar bên derxistin. Bîlaloglu, anî ziman ku ku bûyer cînayet e û wiha got: "Îro tenê li Tirkiyeyê na li hemû cîhanê çavên gor vê yekê dibînin. Guhên nebihîzin jî dibihîzin. Yek ev cînayet e. Kuştina 34 van mirovan komkujiye. Riya vê êşê hinek bê sivikirin kiryar peydakirin e. Ji bo tolhildanê na ji bo ku çareke din komkujî pêk neyên." Bîlaloglu, da zanîn ku li herêmê şerek berdewam dike û ji bo şer bi dawî bibe û mirin pêk neyên kesên di asta muhatabiyê de tên dîtin rewaş aştiyê pêk bînin bê avakirin û wiha axivî: "Em dizanin li ser vê axê şerek tê jiyîn. Em doktor in em dizanin ku hinek derdên bêçare hene. Hinek derdên wisa hene tu çareya wan tuneye. Incax em êşan sivik bikin. Çareya şerê li Tirkiyeyê heye. Em vê yekê dizanin. Çareya jiyanek bi hevre û biratî heye. Ev kar bê çare nîn e. Divê muhatab bên cedm hev van binirxînin. Çareserî diyar e. Çareya vî derî tiştên hatin jiyîn jinebîrkirin e."
Bîlaloglu, da zanîn ku dixwazin komkujiya Roboskiyê bidin jibîrkirin û wiha pê de çû: "Bûyereke bi jîbirîkirin na fedê ji bêkirin e" Bîlaloglu, bilêv kir ku şerma Roboskiyê incax bi astengkirina mirinan dê sivik bibe û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Dixwazin vê yekê veşêrin. Tevlî tiştên din din. Behsa kurtajê û tiştên din dikin. Ev hemû gotinên ji bîrkirinê ne. Ev yekê tiştekî bê birînin nîn e şerim jê bêkirin e. Ev şerme we nin e ya me ye. Incax em mirina bidin rawestandin dê ji vê şerêmê xelas bibin."
ŞIRNEX