‘Dixwazin neviyêmin bikin sîxûr’
Dapîra Saydin dest nîşan kir ku, di 22’yê îlonê de li taxa Deriyê Mêrdînê ya Amedê polîs rastî êrîşê hatin û 2 polîsan jiyana xwe ji dest da û wiha got: „Piştî bûyerê polîsan serê sibê bi ser mala me de girt û deriyê mala me şikandin. Polîs ketin hundir mala me. Em pir tirsiyan. Lê min dît ku nêviyamin li rûyê polîsan dikene. Zarokên taxê jî digotin ku nêviya min li zarokan pereyan belav dike. Min nêviya xwe şopand ku ew diçe qereqola Şehitlikê. Min lêkolîn kir ku polîs nêviyamin lîstikên Compîturê û bi perayan dikin sixûr. Nêviyamin ji me direve û diçe cem wan.“
‘Ditirse û înkar dike’
Saydin wiha axaftina xwe domand: „Mêvanê tên mala me ji nêviya min re dibêjin ka bira dapîra xwe neêşîne, ji ber ku dapîr li mal dinêre. Lê nêviyamin ji wan re dibêje ku dê polîs li wan binêrin.“ Piştî birina qereqolê ya nêviya wê dapîrê serî li İHD’ê da û alikariya hiqûqî xwest. Saydin, derbirî ku ji jiyana nêvîya xwe bi fikare. Dapîrê da zanîn ku nêviya xwe 3 rojên naşîne dibistanê.
DÎHA/AMED