Wezîra Karên Devre ya Swêdê Margot Wallström di bersiva ji bo daxwaza parlamenta Partiya Çep a Swêdê Amineh Kakabeveh de, li civîna Wezîrên Karên Derve yên Ewropayê de bang li Tirkiyeyê kir ku sînorên xwe li Kobanê veke.
Wallström diyar kir ku Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê Steffan de Mistûra jî, ji bo ji şervanên Kurd ên dildar ên ji bo pêşîgirtina li qirkirinek li Kobanê bigirin têdikoş in bê alîkarî bê dayîn, ji Tirkiyeyê xwestiye sînorên xwe veke. Wallström diyar kir ku biryara Tirkiyeyê ya vekirina sînorên xwe gaveke rast e.
Wallström da zanîn ku ew girîngiyê didin helwesta Tirkiyeyê ya qebûlkirina nêzî 1 mîlyon penaberên Sûriyeyê û destnîşan kir ku çareseriya mayînde ya pirsgirêka li Sûriyeyê bi pêvajoyên polîtîk dibe.
Wallström ragihand ku Tirkiye yek ji aktorên girîng ê herêmê ye û anî ziman ku gelek sedem hene ku Tirkiye di çareseriya pirsgirêka li Sûriyeyê de berjewendî û mafên Kurdan li ber çavan bigire. Wallström got, "Li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê ye ku bi rayedarên Kurdan re diyalogek pêbawer bê danîn. Di heman demê de, ji bo çareseriyeke aştiyane ya pevçûnên li Sûriyeyê, berpirsyariyên mezin dikevin ser milê komên Kurd."
Wallström da xuyakirin ku eger pêvajoya aştiyê ya navbera PKK û Tirkiyeyê bi pêş ve biçe, tevlîheviya li herêmê bêtir belav nebe, ji bo vê jî divê her du alî li hemberî şîdetê helwestê nîşan bidin û destûrê bidin ku nêrînên aştiyane bên aşkerakirin.


 STOCKHOLM