Heyva Sor a Kurdistanê alîkariya ku ji bo Cejna Qurbanê wê were berhevkirin wê bide welatiyên Bakurê Kurdistanê ku dewleta Tirk xaniyên wan bi ser serê wan de hilweşandin. 

 Xebatkarê  Heyva Sor a Kurdistanê, Fahrettîn Vural got, îsal berdêla qurbanê 150 Euro ye, ew ê hewl bidin, bibin pirek di navbera mirovên di nav şertên dijwar de û yên ku derfetên wan hene. Vural di demaê de got, alîkariya ji bo saziyên di bin banê dewleta Tirk de dibe zilm û li gelê Kurd vedigere.

Heyva Sor a Kurdistanê ji ber sedema Cejna Qurbanê ling da xebatên berhevkirina alîkariyê. Heyva Sor a Kurdistanê ji Japonya ta bi welatên Skandînavyayê xebatên alîkariyê dike û alîkariya berhevkirî di serî de wê bişîne bajarên Kurdistanê yên weke Nisêbîn, Şirnex, Gever, Sûr, Cizîr, Silopya, Hezex ku dewleta Tirk bi çekên giran ev bajar hilweşandibûn.

Dûrî diyaneta Tirk bin

Vural diyar kir ku li Ewrûpayê Saziya Diyanetê ya Tirk û saziyên nêzî AKP’ê alîkariyê didin hev û got, "Divê gelê me vê baş zanibe; her qirûşa ku ji Diyanetê û saziyên hevşibh re diçe, dibe ber û gule û li gelê me vedigere. Gelê me divê hay ji vê hebe û alîkariya xwe bide mirovên xwe."

Agahiyên têkilîdanînê

Derbarê kampanyaya alîkariyê ya Heyva Sor a Kurdistanê de ji malpera http://www.heyvasor.com mirov dikare xwe bigihîne agahiyên berfirehtir.

Her wiha agahiyên hesabên Hevya Sor a Kurdistanê yên welatên Elmanya, Hollanda, Swêd, Avûstûrya, Danîmarka, Ingîltere, Norwê, Îtalya, Belçîka Janponya wiha ne:

 

Li Elmanyayê

Heyva Sor a Kurdistanê e. V.

Wilhelmstr. 12

53840 Troisdorf

Tel.: +49 (0) 2241 975 25 83

+49 (0) 2241 975 25 85

Hesabê bankê:

IBAN: DE 49 370 502 99 000 40 10 481

BIC/SWIFT: COKSDE33XXX

 

Li Fransayê

Le Croissant Rouge du Kurdistan (Heyva Sor a Kurdistanê)

46 Rue Joseph Henaff– Drancy- Paris

Tel: 00 33 (0) 689 692 549

Hesabê bankê:

SOCIETE GENERALE

IBAN: FR76 3000 3039 4200 0372 6230 642

BIC/SWIFT: SOGEFRPP

http://www.heyvasor.fr


Li Swîsreyê

Kurdistan Rote Halbmond Schweiz

Passage de Montriond 3-5

1006 Lausanne

Tel: +41-798635044

E-mail: info@heyvasor.ch

Hesabê bankê:

Bank Cler

IBAN: CH55 0844 0257 1924 1200 1

BIC/SWIFT: COOPCHBB

http://www.heyvasor.ch 

n NAVENDA NÛÇEYAN