Felaketeke insanî ye
Prof. Kreyenbroek, li ser rewşa insanî got, "halê hazir ji Êzîdiyên min nas dikin ji Şêxan û Şengalê xwe digihînin min û ji min dixwazin, ez tiştekî bikim. Li gorî agahiyên ez bi vî rengî gihiştim wan û herî dawî jî piştrast bûn, qederê 200 hezar kesî ku pirraniya wan Êzdî ne cih û warên xwe berdane û berê xwe dane Herêma Baêûrş Kurdistanê. Li aliyekî ev felaketeke insanî ye ku hin ji van penaberan hîna negihiştine cihên ewle û tehlûkeya komkujiyan li ser wan û, nan û av li wan kêm e. Li aliyê din yên ku pena xwe birin Herêma Başûrê Kurdistanê çend sed hezarek in, ev dikare rê li ber krîzeke lojîstiîkê jî veke, ka gelo pêdiviyên wan ên sereke wê çiqasî karibin werin dabîn kir; gelo Hikûmeta Başûrê Kurdistanê wê karibe barê wan hilgire. Ev pirsgirêkeke mezin e.
Rêûresmeke diyanetê li ber tinebûnê ye
Di warê çandî û dînî de jî Kreyenbroek rewşê bi fikar dişopîne û dibêeje "felakete ewqasî mezin e, lewma rêûresma Şengalê ya diyaneta Êzdayetiyê bi erdê re kirin yek û texrîb kirin, ev tiştekî pirr xirab e. PIrsgirêka din jî ew e ku DAIŞ hîna bi pêşde biçe û devera Lalişê li Şêxan bi texrîbatê re rûbirû bimîne, hingê wê navendeke dînî ya diyaneteke di tehlûkeyê de be. Heke werin texrîbkirin ev mekan, ev ê bibe gunehekî li dijî mîrateya mirovahiyê, DAIŞ´ê jixwe ji niha ve gunehên li dijî mirovahiyê kirine li Şengalê, ev wê bibe li dijî mîrateya mirovahiyê."
Prof. Dr. Philip G. Kreyenbroek bi grîngî îşaret pê kir ku meseleya divê li pêş were girtin ew e ku ji raya giştî a dinyayê re were ragihandin ku "herî kêm 200 hezar mirov niha bûne penaber û ev insan endamên hindikahiyekê ne ku tehlûkeyeke gelekî mezin jixwe li ser heye." Kreyenbroek bi bîr xist ku ev hindikahiyê ji aliyê qanûnên îslamî jî neparastî ye lewma ne yek ji miletên "ehlê kitêb" tên dîtin û weha dewam kir: "heke rewş xirabtir bibe ev ê bibe dawiya rêûresmeke dînî ya bêmînak. Helbet wê hîna Êzdî mabin, lê belê heke Laliş were texrîbkirin, hingê divê mirov binêre ka rêûresm wê karibe dewam bike."
Em ê bang bikin
Kreyenbroek zehmetiya gihiştina siyasetmedaran deerxist pêş û weha peyivî: "grîng e, em ji xelkê re bibêjin ku ne bi tenê li Xezayê tiştên xirab diqewimin, lê belê li Iraqê jî. Halê hazir em weke çendek akademîsyen nameyekê dinivîsin da ku em di nava akademîsyenan li piştgiriyê bigerin û vê nameyê piştre bigihînin kesên berpirsiyar û rayedarên neteweyî li Elmanya û rêxistinên navneteweyî û hikûmetan.
LUQMAN GULDIVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN