Ji ber bûyerê, li Dadgeh Cezayê Giran a Mêrdînê doz li 4 polîsan hate vekirin. Lê dozê bi hinceta “ewlekariyê” veguhestin Eskîşehîrê. Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê, bi hinceta “polîsan mafê xwe yê parastina rewa bi kar anîn” serbest berda. Biryar çû ber destê Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê û li wir jî biryara dadgeha Eskîşehîrê hate pesendkirin. Bi vî awayî hemû rêyên hiqûqê xetimîn. Piştre, malbata Kaymaz serî li DMME’yê da.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) doza malbata Kaymaz qebûl kir û dest bi qonaxa darazê kir. Dadgehê beriya her tiştê, pirsên der barê darizandina bersucên kuştina Ugur û Ahmet Kaymaz ji Tirkiyeyê pirsî.

Pirsên ji Tirkiyeyê hatin kirin
-  Gelo mafê jiyanê yê xizmên dozdarên a ku bi madeya 2. a peymanê hatiye mîsogerkirin, hatiye binpêkirin?
-  Gelo di çarçoveya paragrafa duwemîn a 2. Madeya peymanê de, di bûyerê de hêza zêde hatiye bikaranîn? (Li gorî vê madeya ku DMME behs dike, ji bo hêzên ewlekariyê tenê dikarin di dema “parastina kesekî ji tundiya ne qanûnî” û “ Ger biryara girtinê der barê kesek de hebe û ew kes bireve” û “Ger raperîn an jî îsyan derxistibe” de tundiyê bikar bînin.)
- Gelo peywirdarên dewletê hêza kuştinê weke çareya dawiyê dîtin?
-  Gelo dikariyan ji bo rawestandina gumanbaran rêbazek din radîlaktir bi kar bînin?
-  Gelo li welêt, di dema darizandinê de, li gorî madeya 2’emîn a peymanê tevgeriyane?
- Der barê polîsan de çi hate kirin?

DMME’yê van pirsan ji Tirkiyeyê re şandiye û li benda bersiva van pirsan e. Her wiha, DMME’yê daxwaza kompiye têkildarê pêkanînên darazê yên piştî kuştina Ugur û Ahmet Kaymaz, ji Tirkiyeyê kir.

ANF/ENQERE