Li gorî agahiyên ku di dosya dozê de leşkerên tên mezrayê piraniya wan cerdevanên gund, hemûyan li nava gund kom dikin û tazî dikin her wiha li wan didin. Kerem Înanê ku qebûl nake bê meydanê li ber çavê herkesê dikujin, gundiyên binavê Cemal Sevlî, Reşîd Sevlî, Aşûr Seçkîn, Salih Şengul, Yûsûf Çelîk, Nacî Şengul û Kemal Îzcî dibin baregeha leşkerî ya Rûbarokê. Di wê demê Hayrullah Ozturk, Abdullah Înan, Mîrhaç Çelîk, Sedîq Şengul, Casim Çelîk û Xurşît Taşkin yên di du otomobîlan de tên mezrayê ji aliyê cendirmeyan ve têne binçavkirin, wesayîtên van jî dişewitînin. Êdî ji gundiyên hatin binçavkirin agahî ji wan nehate girtin. Piştî bûyerê malbatên cerdevan û gundiyan giliyê sûc kirin û di 10’ê Îlona 2002’an jî serî li DMME’yê dan. DMME’ya ku serlêdan lêkolîn kir duh biryara xwe da û li gorî madeyên “qedexeya îşkenceyê, mafê jiyanê, mafê azadî û ewlekariyê” yên Hevpeymana Mafê Mirovan ya Ewropayê binpêkirine Tirkiye sûcdar dît. Tirkiye dê bigiştî 800 hezar euro tazmînata manewî û ji bo mesrefan jî 5 hezar 200 euro ceza bide.
STRASBOURG