Dageha Mafê Mirovan a Ewropayê ji ber sucên ku Mehmet Hasdemir di sala 2011an de li Tirkiyê kirî û cezayê heta hetayê wergirtî, Hasdemir li DMMEyê gilî kiribû û ev gilî hat nirxandin. DMMEyê bi îdiaya binçavkirin û girtina vî kesî ji dema maqûl zêdetir bû, Tirkiye mehkum kir. Herwiha li gor biryarê wê cezayê 11 hezar û 900 avro pere bê dayîna Hasdemir.
DMMEyê li ser giliyê Hatîce Duman a endamê rêxistineke çep û niha li girtîgeha Gebze yê jî, derbarê girtin û binçavkirina domdirêj de, ji ber ku Tirkiyê mafê mirovan binpêkiriye, ceza kir. Mesrefa dadgehê jî di nav de, wê 10 hezar û 800 avro bê dayîna Duman.
Dadgeha Ewropayê di mehên borî de derbarê dadgehkirina domdirêj de nêzî 3 hezar giliyên ji Tirkiyê ji bo salekê taloq kirin. DMME, biryara derbarê 330 dozên berî niha ji Tirkiyê re ragihandî, wê di demên bê de biryarê li ser bide. Dadgeha Strasbourgê wê di dawiya salê de derbarê giliyên Tirkiyê de, wê temaşe bike ku rêya hiqûqa hindir bikarbêne yan ne û wê piştre biryarê bide.
STARSBURG