31’ê Çile yê 2016’an Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) ji ber parvekirineke lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî ya li ser hesabê xwe yê medya civakî, bi hinceta ku ‘propagandaya îdeolojîk kiriye û daxuyaniyên dijî sportmeniyê kiriye’ ceza dabû Nakî ku di 12 lîstikên fermî de nelîze û her wiha 19 hezar û 500 tl cezayê pereyan lê birîbû.

Parêzerên Amedsporê Soran Haldî Mizrak û Neşet Gîrasûn bi sedema ku Nakî ji ber ramanê xwe hatiye vederkirin û cezayê neheq li Amedsporê vekirine serî li DMME’yê dan. DMME’yê serlêdana parêzeran qebûl kir û xwest ku Tirkiye li ser babetê îfadeya xwe bide. DMME’yê heta 1’ê Adara 2018’an mohlet daye Tirkiyê ku xwe biparêze. 


STRASBOURG