Îro 27. salvegera komkujiya Helebce ye.  Komkujiya ku hîna xwîn jê diçe, ew birîna ku ji bo cîhanê û mirovahî rûreşiyeke, birîneke ku hin nehatiye pêçadin. Birînên Helebce, ne tenê nehatine pêçan, mixabin dubare dibin. 

Komkujiya Helebce di 16'ê Adara 1988'an, ji alî Rejîma Baas a sunî û şovenîst ve pêk hat anîn, piştî 27 salan jî li Şingalê di 3'ê Tebaxa 2014'an dîsa komkujî ji aliyê bermaya heman Rejîmê û sergerdeyên şovenîst ku ji cîhanê komkirî ve pêk hat anîn.

1988'an li Helebce komkujî bi çekên Kîmyewî, ku berhema dewletên Rojavayî,  di serî de ya Almanya ye pêk hat anîn. Ji Almanya 82 şirketan amûrên  kimyewî firotin Rejîma Baas a Iraqê, niha jî ji heman welatan bi hezaran çete berê xwe didine Iraq û Sûriye;  dostê wan  Tirkiye jî deriyê  xwe heya dawî ji bo çûn û hatina çeteyan vekiriye. Emerîka tenê di salêkê de bi qasî 12 milyar dolar çek firotine  ku di şerê Rojhilata Navîn de hatine bikaranîn. 

Berê navnîşanek hebû ku rejîma Iraqê a Baas, komkujiya Helebce pêkanî ye. Ji bo komkujiya Şingalê, navnîşanek nîne, tenê hin grûpên çete hene ku bi navê dewleta Îslamî komkujiyan dikin.   

Gelo heya kengî Kurd wê rastî komkujiyan werin?  Tevî hovîtiya van grupan û berjewendiyên welatên herêmê û cîhanê di vî şerî de, Kurd çi dikin? Gelo, Kurdan  dersên pêwist ji Komkujiya Helebce derxistiba, Komkûjiya Şingalê pêk dihat?  Komkujî,  tenê fizîkî nîne, trawmayên komkujiyê wê bi salan li ser kesên dijîn, dewam bikin. Dubarebûn nîşana famnekirina komkujiyê ye û negirtina tedbîran e.  Eger hêzên  Kurd xwedî siyaseteke hevpar bûyane û Kurd nekirbana qûrban ji bo têkilî û berjewendiyên xwe bi Îranê re û hêzên Pasdar neanîbana Helebce, bi hêsanî Helebce nedibû meydana şerê du dagîrkerên Kurdistanê. 

Sûcdarê yekemîn  yê vê Komkûjiyê rejîma Şovenîst a Baas bû, lê yên Helebce kirin behane û yên bêdeng man û yên çek firotin wê rejîmê jî sûcdar in, hîna jî ev rastî baş nayê dîtin û famkirin. Niha jî Başûrê Kurdistanê bûye meydana şerê hegemoniya Îran û Tirkiyê. Hêzên desthilatdar wer xûya dike ku ji komkujiya Helebce ti ders dernexistine, ji ber vê jî Komkûjiya Şingalê pêk hat. Grupên çete yên DAIŞê û yên bi navê şerê DAIŞê hêzên Îranê li Iraqê bi navê hêzên "Heşdê Şaibî " rewa dikin, wê komkujiyên nû bi xwe re bînin.

Piştî sala 2003´an li ser Komkûjiya Helebce gunehkarê  bi navûdeng Alî Hesen Mecîd-Alî Kimyewî pismamê diktatorê berê yê Iraqê Sedam Hûsên hat dardekirin, lê hemû sirrên pê re jî hatin binaxkirin. Sirrên pişt perdeya şer û alîkariya hêzên navneteweyî ji bo Rejîma Iraqê bûn. 

Hukûmeta herêmê dibêjê "Helebce ne tenê sembola qûrbanî ye, lê sembola îrade, avakirin û hebûn û berxwedana gelêkî ye." Pirr gotinên xweş û baş in, lê serdana Şandeya Helebce ji bo Bexdayê û hevdîtina wan bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Abadî re her tiştî radixe ber çavan. Şandeya Helebce ji Heydar Abadî daxwaz dike Helebce were nûjenkirin, birîndarên dema komkujiyê ku hejmara wan 118 e, werin derman kirin ku dem dem yek ji wan jiyana xwe ji dest dide, windahiyên wan li Îranê werin dîtin û vegerandin û bûdceyeke taybet ji bo Helebce werê veqetandin. Heyder Abadî got, "ez nikarim roja 16´ê Adarê li Helebce bim, ji ber ku di vê rojê de civîna hersê Serokayetiyên Iraqê heye.

26 sal sitran nema ji bo Helebce ne hat gotin, helbest  nema ji bo Helebce ne hat lorandin, sozên derew neman ku dema hilbijartinê ji bo Helebce ne hatin dayîn, deriyê Parlemaneke welatekî Ewrupî û cîhanê jî nema ku çalakvanên sivîl lênexist, ji bo ku Helebce weke komkûjî bê nasîn, rayedarên dewletêke cîhanê nema ku neçû Helebce, lê birîna Helebce hîn vekirî ye. 

Me, Helebce  baş  bi bîr neanî, baş fam nekir  û baş jî me bersiva komkujiyê neda. Lewma 2014´an Şingal bi komkujiyê re rû bi rû ma, ma heya kengî?