Xwendekareke doktorayê li Perûyê teza xwe bi zimanê Quechua nivîsî. Ev teza yekê ye ku bi zimanekî Înkayê hatiye nivîsandin. Roxana Quispe Collantes ev tez bi zimanê qederê 8 milyon kesî nivîsî; nîvê van kesan jî li Perûyê dimînin. Collantes li Zanîngeha San Marco teza xwe parast nota herî baş wergirt.

Collantes di doktora xwe de qala wêje û helbesta bi zimanê Quechua kir. Li gorî pisporan piştî 468 salan, tezeke zanîngehê bi zimanê Quechua hatiye nivîsandin.

Collantes ji The Observerê re got, “Rê dirêj bû lê hêja bû. Hêviya min ew e ku bi taybetî jin û ciwan zimanê me ji nû ve binirxînin û bi pêş bixin. Hêvî dikim ku wê bidin ser şopa min. Ji ber ku divê em zimanê xwe rizgar bikin.”

 

LÎMA