Kurdên Êzîdî yên ku ji neçarî Şengalê koçber bûn û li Kampa Newroz a li Rojava bi cih bûn, gelek saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo jiyaneke bi rûmet ji koçberan re peyda bikin, alîkariyên xwe pêşkêş kirin. Yek ji astengiyên rastî Rêveberiya Xweser di vê mijarê de hatine ew e ku zarokan ji bandorên neyînî ya dîmenên komkujiyê rizgar bikin. Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ev misyon girt ser milê xwe û xebatên xwe di kampê de dane meşandin.
Bi armanca pêşxistina afrîneriya zarokên di kampa Newroz de bi cih bûne û ji bo zarok ji rewşên şer bêne dûrxistin û bi çanda Êzîdiyatiyê ve bêne girêdan, di aliyên mûzîk, stran, dîlan û şanoyê de Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê di 20’ê cotmeha 2014’an de konek ji bo xebatên çand û hunerê di kampê de vegirtin. Konê çand û hunerê ya kampa Newroz dibistaneke ji bo pêşxistina afrîneriya zarokan vekir. Her wiha ji bo dîmenên komkujî û şer ji mêjiyê zarokan bide jibîrkirin, xebatan dimeşîne.
Beşdarî çalakî û cejnan dibin
Piştî mehekê ji perwerdeyê koma Kulîlkên Şengalê ya dîlanê, koma Laleş a şano û koma Êzîdxan a stranan hatin avakirin. Ev komên hatine avakirin beşdarî hemû çalakî û cejnên di kampê de dibin û Navenda Dicle ya Çand û Hunerê jî van munasebatan bi rêve dibe û beşdarî wan dibe. Rewşa zarokan beriya salekê ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê tî û birçî reviyabûn, li hemberî rewşa wan niha di kampê de gelekî cuda ye.
Perwerdeya di kampê de
Perwerde û fêrkirina zimanê Kurdî di Kampa Newroz de ji destpêka vekirina kampê dest pê kir. Akademiya Celadet Bedirxan a girêdayî Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) sê mamosteyên pispor ji kampê re şandin û bi fêrkirina xwendin û nivîsandina zimanê kurdî erkdar kirin.Piştre Komîteya Perwerdeyê ya Kampê dibistanek bi navê Şehîd Cemal Hot di kampê de vekir. Di 13’ê sibata 2015’an de bêtirî 500 şagirtên di kampê de navên xwe di dibistanên seretayî, navîn û amadeyî de qeyd kirin. Dibistan ji aliyê komîteya perwerdeyê bi hevkariya Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Kantona Cizîrê û Heyva Sor a Kurd hate amadekirin. Di 7’ê Gulana 2015’an de Akademiya Celadet Bedirxan a ziman û wêjeya Kurdî perwerdeya 7 mamosteyên pispor ku 3 mehan dom kir, bi dawî kir.
KELSÛMA ELÎ-RÊBER ŞENGALÎ/ ANHA/DÊRIK