Destana donzdeh şervanên ku li dijî Şemaran şer kir, li nav Kurmancan belav e, li 12  kesên ji Merîwanê ku radibin li hemberî 12 hezaran eskerên Îranê şer dikin, ha destana wê li nav Kurmancan kêm tê zanîn. Hem şerê dikin û hem jî destana vî şerî di nava Kurmancîaxêvan de ne ji serpêhatiyên belav e. Yek ji sedeman jî ew e ku Pîremêrd ev destan bi xebateke wêjeyî hûna, lê heta niha her sê çap jî bi tîpên latînî derçûn. Weşanên Peywend xwe li karê latînîkirina wê ceriband û pirtûk bi latînî weşand.

"Donzdeh Siwariyên Merîwanê" a Pîremêrd, bi amadekariya Memê Mala Hine, ji Weşanê Peywendê derket. Pîremêrd bi nivîs û çalalakiyên xwe kedeke mezin daye cîhana wêjeya Kurdî. Di vê berhemê de jî destaneke dîrokî ya Kurdan bi bîr dixe, lehengiya 12 şervanên Kurd ên ji Merîvanê yên ku li hemberî artêşa Îranê rabûne, derdixe pêş. 12 kes dikarin artêşekê têk bibin? Belê di destanê de ev 12 kes artêşa Îranê ya bi 12 hezar kesî, têk dibin.

Farangîs Ghaderî ku pêşek ji bo destanê nivîsiye, gotiye, “Donzdeh Siwariyên Merîwanê ne tenê berhemeke wejeyî ye ku ji çîrokeke neteweyî hatiye girtin. Ew, bi neqişandineke hosteyî ya hişmendiyeke neteweyî û telqînkirina neteweperweriyê di nav gelê Kurd de, hewldanên rewşenbîrên Kurd ên neteweperwer yên wekî Pîremêrd nîşan dide. Ev berhem hêjayî xebatên akademîk û lêkolînê ye.”

Em nota dawî jî lê bikin û xwendina destanê ji bo xwendevanan bihêlin: Ev destana ku ji aliyê Pîremêrd ve hatiye berhevkirin û amadekirin yekem car sala 1935'an, cara diduyan sala 1959'an û cara sisêyan sala 1983'yan li Silêmaniyê hatiye çapkirin. Ev her sê çap bi tîpên Erebî bûne ku niha ev destan bi tîpên latînî jî li ber destên xwendevanan in.

Agahiyên li ser pirtûkê ev in, Donzdeh Siwariyên Merîwanê, bi nivîskar Pîremêrd, amadekariya Memê Mala Hine, ji Weşanê Peywend  sala 2017´an derçû.


AMED