Piştî 2 mehan ji xebatên bê navber û hevdîtina bi partiyên siyasî, rêxistin û kesayetên serbixwe re pirojeya Rêveberiya xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê û Efrînê jî wê di demeke kurt de bi fermî bê îlankirin.

Xebatên rêveberiya kantona Kobanê Du meh berê destpê kiribûn, di çarçoveya xebatan de Meclîsa Gel a Kobanê û TEV-DEM’ê herêma Kobanê wekî rojhilat 1, rojhilat 2, başûr, rojava û navenda Kobanê wekî 5 herêman dabeş kirin.  Li van herêman li tax û gundan civînên gel hatin lidarxistin û meclis hatin avakirin. Piştî avakirina meclîsan jî her meclîsekê nûnerên xwe hilbijartin. Li gorî vê Kobanê 21, rojhilat1 4, rojhilat2 4, rojava 6, başûr 6 nûner hilbijartin
Ji bilî Meclîsa Gel a Rojava partiyên din ên siyasî û kesayetên serbixwe jî tevlî xebatan bûn. Li gorî vê yekê ji Partiya Demkortak a Kurd li Suriyê (PDKS), Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Meclîsa Kurdên Zelal, Meclîsa Netewî Muxalif a Rojava û kesayetên serbixwe 20 kes wekî nûner hatin diyarkirin. Piştî van xebatan Meclîsa Qanûnsaz ya Kantona Kobanê ku 61 delege tevlî bûn hate avakirin‫.‬ Piştî temamkirina xebatan duh û di heman roja ku rêveberiya xwesriya demokaratîk a Kantona Cizîrê bi fermî hate ragihandin Melcîsa Qanûnas ya Kobanê civîna xwe lidar xist. Di civînê de 2 hevserok û 3 endamên dîwanê hatin hilbijarin, her wiha yek ji endamên meclîsa Qanûnsaziya ya kantona Kobanê ji bo sazkirina Meclîsa Rêveber hate erkdarkirin.
Civîna Melîsa Qanûnsaz ya Kantona Cizîrê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre hevpeymana civakî ya rêveberiya xweseriya demokratîk a Kantona Kobanê hate xwendin û ji aliyê meclîsê ve kete dengdayînê. Hevpeyman ji aliyê meclîsa Qanûnsaz ve hate erêkirin.
Piştî ku hevpeymana civakî hate erêkirin endamên Meclîsa Qanûnsaz ya Demî sûnd xwarin.  Piştî sûndxwarinê Fewziya Ebdê û Nihad Ehmed wekî hevserokên dîwanan Meclisa Qanûnsaz ya Demî ya kantona Kobanê hatin hilbijartin. Her wiha Iberehîm Iqêl, Mihemed Seyidî û Zehrai Sedûn wekî endamên dîwanê hatin hilbijartin.
Di dawiya civînê de Endamê Meclîsa Qanûnsaz Enwer Muslim ji bo avakirina Meclîsa Rêveber a Kantonê ku dê ji 22 endaman bê avakirin hate erkdarkirin.  Hate gotin ku dê meclîsa Qanûnsaz ya Kantona Konbanê di 24`ê çile de careke din bicive.

Li Efrînê xabata bê navber   

Rêveberiya xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê dê di demeke kurt de bi fermî bê îlankirin.
Piştî xebatên mehekê û hevdîtina bi partiyên siyasî, rêxistin û kesayetên serbixwe re pirojeya Rêveberiya xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê dê di demeke kurt de bi fermî bê îlankirin, xebatên avakirina Meclisa Qanûnsaziyê bewam dikin.
Xebatên rêveberiya kantona Efrînê mehek berê destpê kiribûn, di çarçoveya xebatan de Meclîsa Gel a Efrînê û Tegera Civaka Demoliratîk (TEV-DEM) Kantona Efrîn  wek 8 herêman (Navenda Bajêr, navçeyên Raco, Şiyê, Şêrawa, Şera, Cindrêsê, Mabata û Bilbilê)  dabeş kirin.  Li van herêman li tax û gundan civînên gel hatin lidarxistin û meclis hatin avakirin. Piştî avakirina meclîsan jî her meclîsekê nûnerên xwe yên ji bo Meclisa Qanûnsaziyê ya kantonê hilbijartin. Li gorî vê Efrîn 10, Bilbilê 6, Mabata 7, Raco 7, Cindrêsê 7, Şera 6, Şêrawa 5 û Şiyê jî 4 nûner hilbijartin.
Piştî ku rêxistin û saziyên sivîl jî 19 nûnerên xwe hilbijêrin hijmara bi giştî hijmara nûnerên Meclisa Gel a Efrînê û yên TEV-DEM`ê dê bibe 71 endam. Her wiha hevdîtinên bi partî û rêxistinên siyasî , meclis, sazî û kesayetên serbixwe re jî dewam dikin, di encama hevdîtinan de ev sazî jî dê ji bo Meclisa Zagonsaz a rêvebiriya kantona Efrînê 30 nûnerên xwe hilbijêrin.
Tê payîn ku di rojên pêşde Meclisa Qanûnsaziyê ya demî bê îalankirin û paşê jî rêvebiriya xweseriya demokratîk a kantona Efrînê bê ava kirin.

KOBANÊ/EFRÎN