“Hevdîtinên me bi berpirsyarên Emerîka li Koşka Spî çêbûn. Me vekirina nûnertiya Rojava ya li Washingtonê pêşniyar kir, bersiva wan erênî bû. Em niha li ser karên rutîn kar dikin. Nûnertî di demeke nêzîk de wê bê vekirin.”

Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li derve Sînem Mihemed têkildarî xebatên dîplomatîk a Rêveberiya Xweser û vekirina Nûnertiyên nû li Emerîka û Hollandayê de axivî.

Sînem Mihemmed guherîn û veguherîna dewletên Ewropayê li gel Rêveberiya Xweser bi mînaka “Elmanya wiha rave kir:  “Hin dewlet di destpêkê de ji hevdîtin û têkiliya bi me re bê niyet bûn. Nexasim Elmanya tişta gelê Rojava dijiya qebûl nedikir. Qebûl nedikir têkiliyan bi Rojava re deyne, bê guman sedema vê yekê ji ber têkiliya wan a baş bi Tirkiyê re bû. Dewleta Tirk ji wan xwest ku me pêşwazî neke.


‘Vekirina Nûnertî nîşaneya vê yekê ye’

Li Elmaniya em bi perlementerên ji Partiyên Çep û saziyên civakî yên sivîl re hevdîtinan dikin. Lê di nava çend mehên dawî de, civîna me bi Seroka Partiya CDU ku li ser desthiladariya Elmaniya ye re çêbû. Di heman demê de hevdîtina me bi partiya SPD ya Elmanî re ku cihê xwe di rêveberiyê de digire re çêbû. Piştî wê hevdîtina me bi berpirsê wezîrê karê derve yê Elmaniya re çêbû. Her wiha Vekirina Nûnertiya Rojava li Elmaniya wê yekê nîşan dide. “ 


Li Washingtonê jî em ê vekin

Mihemmed da zanîn ku w êd i demên pêş de nûnertiyên xwe li Emerîka û Holanda jî vebikin û vê rewşê wiha nirxand: “Hevdîtinên me bi berpirsên Wezareta Derve ya Emerîka re çêbû, her wiha hevdîtinên me bi berpirsyarên Emerîka li Koşka Spî jî çêbûn. Di hevdîtinan de me vekirina nûnertiya Rojava ya li Washingtonê pêşniyar kir, bersiva wan erênî bû. Em niha li ser karên rutîn kar dikin. Nûnertî di demeke nêzîk de wê bê vekirin. Di mijara şerê terorê û rewşa mirovî û siyasî li Sûriyê jî hevdîtinên me bi rayedarên di Wezareta Derve ya Emerîka re çêbûye. Ji bo vekirina nûnertiya me li Holanda jî me hevdîtin bi berpirsyarên wir re çêbûne. Me xebatên rutîn ji qedandine da ku em nûnertiyê vebikin.”


Rûreşiya PDK’ê 

Sînem Mihemmed çend roj berê xwestibû li ser deriyê Sêmelka derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û piştre jî bi heyetek tevlî Foruma Civaka Cîhanê ya li Kanadayê bibe. Lê ji alî rayederên PDK’ê ve derbasbûna jî hat astengkirin û ji ber vê yekê tevlî Forumê nebû. Mihemmed asteng û rûreşiya PDK’ wiha nirxand:”

Foruma Civaka Cîhanê (World Social Forum) a li Kanadayê îsal di dema di navbera 9 û 16’ê Tebaxê de wê bê lidarxistin. Komîteya Amadekar a bi awayekî fermî Rojava vexwend Forumê. Lê ji ber dorpêça li ser Rojava ku ji aliyê PDK’ê hatiye kirin, şandeya me nikarîbû di deriyê Sêmalka re derbas bibe û beşdarî Forumê bibe.

Me nê rola jinên Rojava di aliyên siyasî, civakî, leşkerî û bi taybet jinên di nava YPJ’ de li Forumê nîqaş bikira. Di heman demê de wê Konfedraliya Demoratîk a Rojava . Lê mixabin ji ber ku sînor ji aliyê PDK’ ve girtiye, şandeya me nikarî beşdarî forumê bibe. 



CÎHAN ROJ/ANHA/QAMIŞLO