Dijminê hevpar yekîtî ferz dike
Ferhan Amara bibîrxist ku wan wekî KCK dîtina xwe li ser Kongreya Netewî aniye ziman. Ferman Amara wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şert û mercên Kurdistan tê re derbas dibe, derfeteke niha di destê me de ye û em dikarin ji bo lidarxistina Kongreya Netewî bikarbînin. Ji ber di vê demê de di şerê li dijî DAIŞ’ê de, gêrîla, pêşmerge û YPG di eniyekê de parastina xaka me dikin. Êdî derfetên her çar parçeyên Kurdistanê ji bo kongreyê amadeyî temam hene. Raya giştî ya cîhanê jî di vê demê de zêdetir li ser xetê ne û ev jî derfetekî pir başe ku kongre bê lidarxistin.”
´Em wekî hev difikirin´
Nûnerê KCK’ê Amara bal kişand ser wê yekê ku Tevgera Goran nêzîkbûna xwe ji bo lidarxistina Kongreya Netewî nîşan daye û wiha got: “Nêrîna me wekî heve. Ew jî di wê baweriyê de ne ku şert û merc ji bo lidarxistina kongreyê destdayîne. Pêwîste hemû aliyên siyasî amadekariyên xwe bikin û di vê demê de kongre were lidarxistin.” Nûnerê KCK’ê Ferhan Amara da zanîn ku wê serdanên wan ên ji bo partî û aliyên siyasî berdewam bin.
Aliyên cihê bi dawî bûne
Endamê komîteya amadekar a Kongreya Netewî û berpirsê peywendiyên Tevgera Goran li Hewlêrê Dr. Mihemed Hacî jî di vê derbarê serdanê de got: “Bi taybet di qonaxa îro de dijminekî hevbeş êrişî hemû beşên Kurdistanê dike û gelê kurd li hemû parçeyên Kurdistanê bêyî cûdahî, hêzên pêşmergeyan, YPG, HPG û yên din hemû bi hev rûbirûyê vî dijminî dibin. Xaka Kurdistanê diparêzin. Ev jî bûye cihê keyfxweşiya gelê Kurdistanê û vê jî cûdahiyên di nava hêzên Kurdistanî de kêm kiriye.”
Mihemed Hacî wiha got: „Hevgirtina gelê kurd li parçeyên din ên Kurdistanê û lihevkirina li ser projeyekî netewî, karekî pir giringe, ji bo niha û siberoja gelê Kurdistanê pêwîste. Wekî Tevgera Goran bi dîtina me hem rewş guncawe, giringiyekî dîrokî û pêdiviyekî dîrokiye ku ji bo lidarxistina Kongreya Netewî em pêngavan bavêjin.”
ROJNEWS/HEWLÊR