Xelkê Wargehê: Tevî van bûyer û helwêstên nerazî yên gel û derdoran hemûyan, deng ji Iraq, Netweyên Yekbûyî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye bihîstin. Li vir derdikeve holê ku hevkariyek heye.
22 roj in Wargeha penaberan a şehîd Rûstem Cûdî-Mexmûr di bin dorpêç û ambargoya PDK´ê deye. Piştî bûyera li restoranta Hoqqabaz a 17’ê Tîrmehê ya li bajarê Hewlêr a Başûrê Kurdistanê ku tê de endamê MÎT’ê Osman Kose hate kuştin, bi destê PDK’ê ambargoyeke şidandî li ser Mexmûr hate danîn. Ev 22 roj in dor li Mexmûrê hatiye girtin.
Dîsa piştî bûyerê Hêzên Istixbarata Parastin a girêdayî PDK’ê li gel endamên MÎT’a Tirk dest bi girtin û binçavkirinê kiribûn û bi ser malên gelek welatî û ciwanên Mexmûrê de girtin û gelek kes destgîrkirin û gef li wan xwar in. Li gorî agahiyên hatin girtin di nava kesên bi ser malên ciwanan de girtin kesên bi Tirkî diaxivîn hebûn. Dîsa di dema lêpirsînê de gef li wan xwarine ku têkildarî girtin û lêpirsînê ji çapemeniyê re neaxivin. Ji wê rojê heta niha bi ti awayî rê ji şêniyên Mexmûrê re nayê dayîn. Her wiha piştî wê bi du rojan ango 19’ê Tîrmehê balafirên şer bombe li Mexmûrê barandin û du sivîl birîndar kirin.
Di nava hefteyekê de du pitik mirin
Her diçe rewşa Penaberên Mexmûrê di warê tenduristî û aborî de jî xirab dibe. Yekane rêya debara welatiyên penaber li ser rêya bajarên Başûrê Kurdistan û bi taybet Hewlêrê ye. Di vê pêvajoya rêgirtinê de xwendekar, nexweş û karker jî di nav de rê nadin welatiyan. Ji ber girtina rê di nava hefteyekê de pitikên du dayikên bi navê Fatma Kara û Zeyneb Ehmed ji ber wan çûn. Her wiha dema ku dayika ducanî Zeyneb Ehmed rewşa wê nebaş bû, heta hêzên asayîşê tixtor neanîn ne şandin nexweşxaneyê.
Li dijî dorpêçê hêrs zêde ye
Li dijî vê helwesta PDK’ê gelek alî û kesayetên siyasî, dîsa welatiyên sivîl nerazîbûn nîşan dan û daxwaz ji hikûmetê kirin ku dawî li vê dorpêçê bînin. Meclîsa Gel a Demokratîk a Kampa Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li kampa wan malzemeyên tibbî û xurek kêm bûne û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo bi berpirsyariya xwe rabe. Meclîsê ev got: “Zextên li ser kampê zêde dibin û gefeke mezin li ser kampê heye. Kesên li kampê dijîn li ser wan îzolasyoneke mezin tê kirin û hewl tê dayîn şêniyên kampê di rewşeke awarte de bijîn. Ti eleqeya wargehê bi bûyera hoqabazê re nîne.”
Xwe kerr û lal kirine
Xelkê Wargehê ji bêdengiyê bi gazin e, û dibêjn: Tevî van bûyer û helwestên nerazî yên gel û derdoran hemûyan, deng ji Iraq, Neteweyên Yekbûyî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye bihîstin. Li vir derdikeve holê ku hevkariyek heye. Bi taybet divê NY bi erka xwe rabe. Ji ber ku wargeh di warê hiqûqî de di bin sêwana mafê mirovan a Neteweyên Yekbûyî de ye neçare ku bi erka xwe rabe.
HEWLÊR