Operesyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla a Rizgarkirina Minbicê dewam dike. Doh di çarçoveya operasyonê de 9 gundên din hatin rizgarkirin û dora li Minbicê hatgirtin.

Di operasyonê de danê sibehê pêşî 6 gund hatin rizgarkirin û herî kêm 26 çeteyên DAIŞ´ê hatin kuştin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di roja 7’emîn a ‘Operasyona Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla’ de li baskê Bendava Tişrînê gundê Feres El-Kerbîr û gundê El-Muhdîsê ku 7 kîlometroyan li rojavayê bajarê Minbicê ne, rizgar kirin.

Li bereya Pira Qereqozaqê jî gundên El-Biwêr, Bor Kîc û gundikekî 9 kîlometroyan dûrî bajarê Minbicê, her wiha gundê Cib El-Kelb ê 2 kîlometroyan li bakûrê rêya Reqqa-Qereqozaqê, hatin rizgarkirin.

Di şerê li van gundan de, herî kêm 26 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û gelek çek, cebilxane û alavên leşkerî ketin destê şervanan.


Bi tevahî 9 gund

Di operasyonê de piştî nîrojê jê li bejahiya başûr rojavayê Minbicê 2 gundên nû yên Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

Li gorî nûçegihanên ANHA’yê yîn li herêma operesyonê, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê  gundên Qeria Mezin, Muhteraq El-Kebîr ên ku 11 kîlometroyan li başûr rojavayê Minbicê ne, ji çeteyan rizgar kirin û ber bi gundê Muhterek El-Sexîr ve bi pêşve diçin. Bi vî hawî doh heta kêliya hazirkirina nûçeya me 9 gundên bejahiya Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin.


Gav bi gav ber bi Minbicê ve

Operasyona ‘Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla’ ya hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi vî awayî bi pêşveçûna xwe dewam kirin. Şervanên ku cihê xwe di operasyonê de digrin, gav bi gav nêzî bajarê Minbicê dibin û dorê lê digirin. Wênegirê Ajansa Nûçeyan a Hawarê kendal Cûdî jî dîmen û wêneyên van bipêşketina şervanan girtin.


Cenazeyên çeteyan tên dîtin

Şervanan pêr êvarê piştî ku 4 çeteyên dawî yên li gundê Qîrata Mezin ê 7 kîlometroyan li başûrê Minbicê jî hatin bêtesîrkirindi encama lêgerîn û paqijkirina gund de 18 termên çeteyan hatin dîtin. Di nava terman de, cenazeyên 8 çeteyên biyanî ku tê texmînkirin ji Çînê bin, hatin dîtin.

Her wiha li ber cenazeyan, 12 klashikov tevî hezar fişekên wê, 30 rext, 1 B-7 (RBG) roketavêj û 6 roketên wê, 10 bombeyên destan, 1 durbîna şevê, 4 bêtêl û 1 Wi fi ya internetê, hatin bidestxistin. 


 MINBIC





Koçber wê vegerin Minbica azad


Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kir ku koçberiya ji Minbicê dê demkî be û got, çawa herêm bê rizgarkirin ew ê koçberan vegerînin malên wan.

Neteweyên Yekbûyî (NY) doh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ji ber operesyona Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya rizgarkirina Minbicê, dibe ku li herêmê pêleke koçberiyê dest pê bike. Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku hejmara koçberan jî wê ji 216 hezarî bibihure.

Li ser mijarê Berdevkê Fermî yê QSD´ê Telal Silo daxuyand ku ji ber şer dibe ku gelê herêmê ji bo demeke kurt koçber bibin, lê belê ev rewş dê demkî be. Silo diyar kir ku çawa herêm bê rizgarkirin ew ê gel vegerînin malên wan.

Berdevkê QSD’ê, da zanîn ku bi vê yekê ew ê sivîlan ji hewldanên çeteyan a bikaranîna wan weke ‘mertalên zindî’ biparêzin.