Li Idlibê şer di navbera hêzên rejîma Sûrî û çeteyên dewleta Tirk de gûr dibe. Hêzên rejîma Sûriyeyê li nêzî Idlibê dor li nuqteyeke çavdêriyê ya dewleta Tirk girtine. Hêzên rejîmê hemû bajarok û gundên bejahiya bakurê Hemayê kontrol kirin û noqteya çavdêriyê ya 9`an a Tirkiyê li bajaroka Moirk dorpêç kir. Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, hêzên rejîmê bajaroka dawî ya bejahiya bakurê Hemayê Morik kontrol kir. Bi vî awayî rejîmê ji sala 2012`an ve cara yekemîne ku bejahiya bakurê Hemayê kontrol dike. Lê heta niha çarenûsa noqteya çavdêriyê ya Tirkiyê û komên çete yên wê bi re li Morikê ne diyar e. Di vê çarçoveyê de, navendê got ew nizanin ku kes li wir heye an jî bi şev ji herêmê vekişyane.Di demên dawî de, Rûsya hinek danûstandinên leşkerî bi aliyê dewleta Tirk re der barê rewşa Idlibê de pêk anî, lê encamên van danûstandinan girtî man, di demeke ku dewleta Tirk di mayîna di nuqteya xwe ya 9`an de israr dike, tevî vekişandina çeteyan ji wê herêmê, bi wê yekê nîşand dide ku niyeta dewleta Tirk tenê mayîna li herêmê ye ne parastina çete yan jî sivîlan ji êrişan e.
Rejîmê Keferzêta kontrol kir
Piştî ku hêzên rejîma Sûriyê bajarê Xan Şêxûn ê bejahiya başûrê Idlibê kontrol kir, bajarokê Keferzêta yê bejahiya bakurê Hemayê jî kontrol kir.
Her wiha heta niha çarenûsa noqteya çavdêriyê ya Tirkiyê ya li bajarê Morik ê bejahiya bakurê Hemayê ne diyar e.
IDLIB