FEHMİ KATAR/BERLÎN 


Parazvanên mafê mirovan, akademîsyen, hunermend û siyasetvanan bersiv dan pirsên me yên derbarê rewşa Tirkiyeyê, siyaseta AKP´ê  û Erdogan û helwêsta Elmanyayê beramberî vê. Bersivên ku li pirsa me ya weke “Hûn helwêsta hikûmeta Merkel a beramberî Erdogan û AKP´ê çawa dinirxînin û divê helwêsteke çawa bê nîşandan” li jêr em bi we xwendevanên xwe re parve dikin.


Pêşî divê mueyîdeyên aborî hebin

Prof. Dr. Birgit Ammann (Alîkara Rektorê Zanîngeha Zanistên Tetbîqkirinê ya Potsdamê): Bi ya min qewmînên li Tirkiyeyê ji gelek aliyan ve, nexasim jî di warê mafê mirovan de tirsnak û bi tehlûke ye. Ya rastî di warê wê pirsê de ka hikûmeta Elman û Komîsyona Ewrûpayê divê beramberî van bûyeran, siyaseteke çawa bi rê ve bibim, ez ne zelal im. Heger mueyîdeyên giran pêk werin anîn, hingê divê em hêza zêde ya ku wê berfirehiya wê paşê were temamkirin a di destê serokkomarê Tirk de û bi kesayetiya ku ew îro dide der li ber çava bigirin, hingê bi ya min ji rakêşana hemberî hev heta bi rewşeke aloz a minaqeşayan a navneteweyî her tişt dikare biqewime. Wekî din mueyîde ûş cezayên pêk werin anîn, wê tesîrê bikin li wan derdoran ku destekê nadin birêveberiya heyî, heta mexdûrên zextên hikûmetê ne, ango nîvê xelkê bi awayê fermî, lê di rastiyê de teqez ji nivî bêhtir e ev hawîrdor.

Li aliyê din hevparbûna bi rejîmên evqasî zordar, heta ji vê û wêde hin gunehên wan hatine piştrastkirin, bi ti rengî nabe ku bête qebûlkirin. Dîplomasî û rêzgirtin bi semax hatin qedandin, xweragirtina li heqaretên ne medenî yên sereqet jî bihurî. Bi ya min di rêza pêşî de mueyîdeyên aborî yên dikarin diyarker bin, divê bên. Jixwe serketina halê hazir a aborî ya hikûmeta Tirk li ser pûş ava bûye. Serketinên aborî faktoreke girîng in ku alîgiran bi Erdogan û AKP´ê ve girê didin. Dema ev amûr ji dest wan bê girtin, li hundir firsendek dikare bide der ku nîzameke demokratîk û rewa mumkin bike.


Şîlî û Arjantînê tîne bîra mirovan

Werner Lutz (Berdevkê Înîsîyatîfa Hunermendan a bi navê Unruhe Stiften/Nerehet Bikin, komedyen û gotinên stranan dinivîse): Ev yek gelekî mirovî dihejîne ka Erdogan Tirkiye xist rewşeke çiqasî bi tehlûke û hîna jî vê dewam dike. Li wir timî li meydanan panzer digerin, timî kesên çepgir û muxalif tên girtin û binçavkirin, salên 70´yê yên Şîlî û Arjantînê bi bîra mirov dixin. Ez rêzê digirim ji wan kesan re ku li Tirkiyeyê çîz nakin, li ber xwe didin. Elmanya bi bîhnfirehî nêzî van qewmînan dibe, ev felaketek e.

Elmanya divê kirinên hikûmeta Erdogan rûreş bike û mueyîdeyên aborî û siyasî li dijî Tirkiyeyê bixe dewrê.


Divê dawî li endametiya Tirkiyeyê ya NATO´yê bê 

Dr. Kemal Sîdo (Berpirsê maseya Rojhilata Navîn ê Civaka Mileteên di Tehlûkeyê de - GfbV): Em weke GfbV

qewmînên li Tirkiyeyê bi fikar dişopînin. Nexasim piştî hewldanan darbeyê ya biserneketî; Tayyip Erdogan û partiya wî ev hewldana darbeyê ji bo tepisandina hemû muxalifan kir bahane. Erdogan bi xwe dibêje, Fetullah Gulen li pişt darbeyê ye, lê Kurd, Elewî û Suryaniyên ti elaqeya wê bi tevgera Gulen re nîne, bûn armanca zextên wan. Li Tirkiyeyê rewşa mafê mirovan û ê hindikahiyan her diçe xirab dibe. Bi dehan rojnamevan hatin girtin, bi wî rengî ku Tirkiye di warê rojnamevanên girtî de di astên herî jor de êdî cih digire. Şerê li dijî gelê Kurd jî nexasim bêyî kê bike, her dewam dike. Erdogan ne tenê li Tirkiyeyê, li Iraq û Sûriyê jî êrişî Kurdan dike. Hema hema her roj êrişî Efrînê dikin. Li Başûrê Kurdistanê jî hin dever rastî êrişan tên. Erdogan bi hêzên tundraw ên dînî re li dijî Kurdan tifaqê dike, xwe li DAIŞ´ê radigire. Heta yekser destek dayê. Îro lli Sûriyê bi komên Îslamî yên nerm re yekîtiyê dike, lê ya rastî yek armanca wê heye, tepisandina Kurdan, hidikahiyên din û tevgera demokrasiyê.

Bi salan e, em balê dikişînin ser zextên li Kurdan, Ermeniyan, Suryaniyan, Êzîdiyan û Elewiyan ku li Tirkiyeyê li van koman dibin. Me bi dehan çalakî li darxistin. Êdî divê Yekîtiya Ewrûpayê û welatên NATO´yê di rexneyên xwe yên li Tirkiyeyê de ji dil û samîmî bin, divê li dijî hikûmeta Tirk a ku  mafê mirovan tine dihesibîne hin gavên pratîk biavêjin, mueyîdeyan li ser ferz bikin. Divê ev ne li dijî gelê Tirkiyeyê lê li dijî hikûmeta Tirk bin. Li aliyê din divê endametiya Tirkiyeyê ya NATO´yê di ber çavan re bêt derbaskirin û bi ya me divê endametiya wê ya NATO´yê bi dawî bibe.