Fermandarekî QSD´ê: Ji bo tinekirina şaneyên çeteyên DAIŞ`ê koodîneyeke yekser û plansaziyeke kar bi Hêzên Ewlehiya Hundir, Îstixbarat û Hêzên Koalîsyona Navdewletî re heye.
Yek ji Fermendarên QSD`ê Xelîl Wehş El-Nebir der barê rewşa dawî ya piştî rizgarkirina Dêra Zorê de peyivî. Fermendar El- Nebîr destnîşan kir ku piştî têkbirina DAIŞ’ê û rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek alî hewl didin tevlîhevî û fitneyan di nava şêniyên herêmên Dêra Zorê de belav bikin û got, “Tinekirina hişmendiya DAIŞ`ê li van herêman tiştek ne hêsan e. Herêmên mîna Cedîdet Egîdat hemêzkerê DAIŞ û Şehîl hemêzkerê Cebhet El-Nusra bûn. Bi taybetî herêmên girêdayî navçeya El-Besîra ji herêmên Dêra Zorê yên herî mezin û tevahiya êlên Dêra Zorê lê ne. Ji ber ku nêzî çemê Firatê ye serjimara wê mezin e û niha di nav de şaneyên DAIŞ`ê hene.”
180 êriş li dijî hêzên me
Fermendar El-Nebîr da zanîn ku DAIŞ hîna ji aliyê fikrî ve tine nebûye û li hindek herêmên Dêra Zorê maye. Bermayên fikra DAIŞ’ê bi taybetî li herêmên ku DAIŞ û komên terorîst ên din lê ava bûne, maye û wiha pê de çû: “Carinan hêzên me rastî êrişan tên. Çete di êrişên xwe de motorsîklêtan bi kar tînin. Çeteyan meha bihurî 180 êriş li dijî hêzên me kirin. Pirraniya wan êrişan têk çûn. Ev êriş ne tenê çeteyên DAIŞ`ê pêk anîn, çeteyên Tirkiye û rejîma Sûriyê jî bûn. Ji bo tinekirina şaneyên çeteyên DAIŞ`ê koodîneyek yekser û plansaziyek kar bi Hêzên Ewlehiya Hundirîn, Îstixbarat û Hêzên Koalîsyona Navdewletî re heye. Wek hêzên eskerî me herêm ji çeteyan rizgar kir û radestî şêniyên xwe kir da ku bi xwe bi rê ve bibin. Gel dilsozê hêzên xwe ne.”
Çetayan li herêmê çekdar dikin
El- Nebîr anî ziman ku dagirkeriya Tirk hewl da û hîna hewl dide bermahiyên Cebhet El-Nusra li herêmê çekdar bike û ewlehiya herêmê xirab bike: “Çekdarkirin bi rêya xetên qaçaxçitiyê yên di navbera herêmên Rejîmê û “Mertala Firatê” de pêk tê. Rejîm û Îran bi riya hevkarên xwe yên li herêmê hewl didin tevliheviyê û îdîayên nerast belav bikin. Ev yek, di gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de eşkere bû.”
23´yê Adarê têkçûna DAIŞ’ê ye
Di 21`ê Adarê de di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de herêmên rojhilatê Dêra Zorê bi temamî ji DAIŞ`ê hatin rizgarkirin. QSD`ê di 23`yê Adarê de bi daxuyaniyekê têkçûna DAIŞ’ê ragihand. QSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku êdî pêngava tinekirina şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê dest pê kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN