
Taxa Helebê Hulok a ji çeteyên KNS´yê hat rizgarkirin, êdî hêdî hêdî bi xizmetguzariya rayedarên xweseriya demokratîk ên Şêxmeqsûdê aram dibe. Navendeke tenduristiyê xizmeta tenduristiyê ji bo şêniyan misoger dike û firneya nan jî nanê xelkê taxê dipêje. Lê belê ji bo misogerkirina daîmîbûna van xizmetan rayedarên navendên alîkariyê û tenduristiyê banga alîkariyê ya dermanan û ya zexîre ya lezgîn kir.
Hêzên YPG/YPJʹê li ser banga hezaran şêniyên taxên rojhilatê Helebê 6 tax ji çeteyên Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê (KNS) rizgar kirin. Piştî rizgarkirinê xebatên jiyanî hatin meşandin. Heyva Sor a Kurd li taxa Hulokê navendeke tenduristiyê vekir.
Xebatkara navendê Rûken Temo destnîşan kir ku rojane 250 welatiyên ji taxên rojhilatê Helebê li navendê têne dermankirin. Rûken da zanîn ku pirraniya welatiyên li navendê têne dermankirin jin û zarok in û got, "Pirraniya nexweşan serma xwarine, ji kêmxwarinê mexdûr in, bi şewbê ketine, laşê wan ji bêavîmanê ziwa bûye, bi jehrî, zikêşê, bi sil, axivîna roviyan û nexweşiyên jinan ketine."
Hewara lezgîn a dermanan
Xebatkarên navendê û endamên Heyva Sor a Kurd ji saziyên alîkariya insanî û di serî de Neteweyên Yekbûyî xwestin alîkariyên tenduristiyê ji taxên rojhilatê Helebê yên rizgarkirî re bişînin.
Welatiya ji taxa Hulok Ferîda Emîn jî li ser xebatên navendê nerîna xwe anî ziman û got, navend wan hinekî rehet dike, "berê çeteyan rê ne dida derman werin taxên wan. Dermanên derbas dibûn jî li xizm û alîgirên xwe belav dikirin."
Komîteya Firneyan a Şêx Meqsûd Hulok bê nan nehişt
Firneya taxa Hulokê jî dest bi xebatê kiriye û rojane hezar û 200 turikên nan bê pere li şêniyên taxê belav dike.
Piştî rizgarkirina taxên Hulok, Beîdîn, Bustan Paşa, Şêx Xidir, Şêx Faris û Heyderiyê ji aliyê şervanên YPG/YPJ‘ê ve jiyana asayî vegeriya.
Komîteya Zimhêrê ya Taxa Şêxmeqsûdê ya li Helebê, bi alîkariya Komîteya Firneyan bi armanca alîkarîdayîna bi şêniyên taxê re û bi taybetî piştî ku ti bersiv ji aliyê rêxistinên mirovî ve nehat dayîn ji nû ve dest bi xebitandina firneya Hulokê kir.
Firne seat di 21:00ʹan de dest bi xebatan dike û karê xwe heta saet di 06,00ʹan dewam dike. Tûrikên nan ku di her yekî de 12 nan hene, li welatiyan tên belavkirin.
Derbarê mijarê de, Endamê Komîteya Zimhêre û Berpirsê Firneyan Şewket Reşo got, çeteyên KNS´ê firne tenê ji bo malbatên xwe didane xebitandin.
Reşo destnîşan kir ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û bang li rêxistinên mirovî kir alîkariya lezgîn ji şêniyên taxên rojhilatê bajarê Helebê re bişîne.
SÎLVA MUSTEFA / ANHA / HELEB