Ji ber dorpêça li ser Wargeha penaberan a Mexmûrê zarokek 5 mehî ya nexweşiyên wê yên giran hebû, jiyana xwe ji dest da.
Zêdeyî du mehe asayîşa Hewlêrê ya girêdayî PDK’ê ketin û derketina Wargeha Penaberan a Mexmûrê qedexe kiriye û xelqê wargehê di bin dorpêçê de digire. Heya niha ji ber astengkirina asayîşa Hewlêrê çend zarokên wargehê mirine.
Herî dawî jî pêr zaroka 5 mehî ji ber astengkirina asayîşa Hewlêrê, dereng gihîşt nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest da.
Zaroka 5 mehî ya bi navê Zeryan Bulut nexweşiya wê ya dil û nefestengiyê hebû.
ROJNEWS / MEXMÛR