Li Cizîrê, dîmenên piştî pevçûna navbera gel û tîmên tevgera taybet de derket holê û ev dîmen şîdeta êrîşan radixe pêş çavan. Şêniyên li taxên sivîl li wan hatin qetilkirin, êrîşa dewletê ya bi tankan a li hemberî berxwedana gel weke ‘hêza dagirker’ şîrove dikin. Şêniyên taxan dibêjin, komkujiya hatiye kirin tê veşartin û destnîşan dikin ku 14 wesayîtên zirxîn li taxan hatine îmhakirin. Tê gotin ku tevî vê yekê jî hejmara leşker û polîsên mirine, ji raya giştî hatiye veşartin.

Meclîsa Gel a li Cizîrê îlana modela ‘Xwerêveberiyê’ kir, biryar da ku ti ji saziyên di bin kontrola AKP’ê de nas neke. Beriya her tiştî, ji bo pêşî li girtina ciwanan were girtin, ciwanan li taxan xendek kolan da ku nehêlin wesayîtên zirxî derbasî nava taxan bibin. Ciwanên ku ji bo ewlekariya xwe nobet girtin, li dijî êrîşa polîsan li ber xwe da û şer derket. Piştî qedexeya derketina derve ya berî bi 11 rojan Walîtiya Şirnexê ragihandî, tîmên tevgera taybet xwestin 3 taxên cuda yên Cizîrê dorpêç bikin û bi rojan êrîşî ciwanan kirin. Di navbera tîmên taybet û ciwanên Cizîrê de bi rojan şer rû da. Tevî ku bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da, destûr nehat dayîn ku hêzên ewlekariyê yên dewletê bikevin nava taxan.

Dîmenên piştî şerê di navbera YPG û DAIŞ‘ê de li Kobanê derket holê, li kolanên Cizîrê jî tê dîtin. Bi perdeyên li nava kolanan hatin girêdan û xendekên hatin koland pêşî li ketina nava taxan hat girtin. Tîmên tevgera taybet jî li hemberî vê yekê, ji bo xendekan xera bikin, bi bombeavêjan bi rojan êrîş kirin. Li taxan, ti mal nîne ku şopa guleyan lê tineye. Li taxên ku qebloyên elektrîkê hatin qutkirin û şebekeyên avêt hatin birîn, polîsan gule berdan depoyên avê yên li ser xaniyan û bi vî rengî xwestin şêniyên taxan bi rojan birçî û tî bihêlin.


Mînaka hevkariyê

Şêniyên taxan dan xuyakirin ku ji roja destpêkê ya qedexeya derketina derve û pê ve polîsên ku daketin kolanan temendirêj bûn û bi giranî bi Erebî û Kurdî diaxivîn. Şêniyên taxan anîn ziman ku ew ji bo dorpêçkirineke 9 rojan ne amade bûn, tevî vê yekê jî xwarina li mala xwe bi her kesî re parve kirine. Dan xuyakirin ku du rojan carekê jinên li taxekê li hev diciviyan, nanê sêlê lê dixistin û bi vî rengî stoka nan dikirin. Şêniyên taxan destnîşan kirin li hemberî êrîşên bi tankan, yekane hêza wan a parastinê vîna wan bû. 


Tevger a bi rûhê sefereberiyê

Welatiyan anî ziman ku li taxa Nûrê ya di dema dorpêçkirinê de gelek kesan lê jiyana xwe ji dest da, ji ber topbaranê gelek welatiyên sivîl bi sivikî birîndar bûne, lê belê ji ber jêçûna xwînê jiyana xwe ji dest dane. Welatiyan ragihand ku li hemberî êrîşên hevpar ên AKP’ê û Serokkomarê Tirk Erdogan, gelê Cizîrê ji heft heta heftê salî, ji dewlemend heta xizanan her kesî bi ‘ruhê seferberiyê’ tevgeriyaye. Cizîriyan ragihand ku êdî dewlet nikare li rûyê Cizîriyan binêre û gotin, „Ya wê me hemûyan bikuje, yan jî hurmetê nîşanî mafên bingehîn ên vî gelî bide.“ Jinan timî nifir li Serokkomar Erdogan kirin û gotin, „Yê ku biryara van komkujiyan daye, Erdogan e.“

Li dû dorpêça 10 rojan çend wêne ji Taxa Nûrê bi vî rengî ne..


FERHAT ARSLAN/ANF/ŞIRNEX